17:47 23 Gulan 2018
    Recep Tayyip Erdogan

    Nivîskara nêzikî AKPê: AKPê pirsgirêka kurd çareser bikira, niha hisabê pûanekê nedikir

    © REUTERS / Ümit Bektaş
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nivîskara rojnameya Kararê ya nêzikî AKPê Elif Çakir di nivîsa xwe ya îro de behsa rewşa AKPê kir û got, "Ger ku AKPê pirsgirêka kurd bi çareseriyê encam kiribûya dê îro hisabê pûanek an jî du pûanan bikira?"

    Nivîskara rojnameya bi navê Karar Elif Çakir, ku nêzikî AKPê tê nasîn, di nivîsa xwe ya îro bal kişand ser rewşa AKPê ya hilbijartinê. Çakir di nivîsa xwe de anî ziman ku ev cara pêşîn e AKP encamê hilbijartinan xerentî nekiriye û got, AKPê zirar daye baweriya di navbera xwe û girseya xwe de.

    Çakir herwisa bal kişand ser manîfestoya AKPê ya ji bo hilbijartinan û got, mijarên ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan behs kiriye û derbirîne, pirsgirêkên serdema hikûmeta AKPê ne.

    Elif Çakir li ser biryara hilbijartinên pêşwext jî ev rexne li AKPê girtin, "Ger AK Partî, ji bo xerentîkirina hilbijartinên sala 2019a, li şuna tifaqa bi MHPê re, vegeriya ser nasnameya xwe ya reformparêz, qet tune bûya ji bo bibiryarbûna xwe nişan bide, pirsgirêka Kurd çareser bikira, dê îro hisabê pûanek an du pûanan bikira?

    Bi heman mijarî:

    Mişawîrê ku pêhîn li karkerê kanê dabû tê îdiakirin bernamzedê AKPê ye
    Demirtaş: AKP piştgiriya xwe wenda dike û mirov ji AKPê aciz bûne
    Îbrahîm Tatlises: Min dil daye AKPê, hewce bike serê xwe jî didim
    Lîsteya berendamen AKPê yên Amedê aşkere bû
    Etîketan:
    Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de