17:02 26 Gulan 2018
Parlamentoya Tirkiyê TBMM

Lijneya Wezîran, destûra derxistina KHKyan dixwaze

© REUTERS / Umit Bektas
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Lijneya wezîran ya hikumeta Tirkiyeyê beriya hilbijartinên 24ê Pûşberê destûra derxistina biryara di hikmê qanûnê (KHK) de ji serokatiya meclîsê xwest. Pêşnûma radestî serokatiya parlamentoyê hat kirin. Hêla mûxalefetê bertek nîşanî pêşnûmayê da ku ne li gor rêzikên destûra bingehîn e.

Li gor nûçeya Rojnameya Hurriyetê hikumeta Tirkiyeyê bo lijneya wezîran ku piştî hilbijartina 24ê Pûşberê ya serokomarî û parlamenteriyê bikaribe biryarên di hikmê qanûnê de derbixe pêşnûmayek radestî serokatiya parlamentoyê kir.

Cîgirê serokê koma Partiya Komariya Gel (CHP) Ozgur Ozel da zanîn ku hikumet beriya niha dema ku meclis di betlaneyê de bû ev destûr hatibû dayin, lê niha meclis dê vekirî be û nehewceye pêşnûmayek wisa. Herwiha Ozel got ku daxwaza hikumetê ne li gor rêzikên destûra bigehîn e kepazetî ye.

Bi heman mijarî:

Neteweyên Yekbûyî bertek da 'KHK'yên nû
2 'KHK'yên nû hatin ragihandin, bi hezaran kes ji kar hatin avêtin
Komedyenê tirk KHK rexne kir û xwedî li akademîsyenan derket
Etîketan:
destûr, khk, parlamento, Ozgur Ozel, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de