04:30 25 Gulan 2018
    Pervin Buldan

    Buldan: Eger HDP li derveyê parlamentoyê bimîne wê dîsa hilbijartin çêbibe

    © Foto : Navenda Giştî ya HDPê
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Hevseroka HDPê Pervin Buldan di axaftina xwe de ragihand ku eger HDP li derveyê parlamentoyê bimîne Tirkiye dîsa wê here hilbijartina pêşwext.

    Hevseroka HDPê Pervin Buldan di hevpeyvîna xwe ya Mahmut Ilicaliyê rojnameya Cumhuriyetê de ji bo îdîayên ku HDP bendavê derbas nake got: "Li gor anketan em ji sedî 10an derbas dikin. Eger HDP li derveyê parlamentoyê bimînê Tirkiye dîsa wê here hilbijartina pêşwext."

    Pervin Buldan di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got: "Parlamentoyeke bê HDPê ji bo Tirkiyeyê gelekî şerm e. Li Tirkiyeyê tenê HDP, parastina maf, azadî, aştî û demokrasiye dike. Lewma parlamentoyeke bê HDPê şermeke mezin e. Eger tiştekî wiha bibe Tirkiye dê mecbur bimîne here hilbijartina pêşwext. Civaka Tirkiyeyê dê vê qebûl neke. Ez bawerim gelên Tirkiyeyê wê HDPê di binê bendavê de nehêle û di nava civakê de kelecaneke wiha heye."

    'NE MIMKIN E TIFAQ PÊK WERE'

    Buldan di dirêjiya hevpeyvîna xwe de ji bo tifaqa bi HUDA-PARê re got: "Helbet dengdêrên HUDA-PARê ji hêla dengdêran re dibêjim girîng in. Li herêmê em deriyê xwe ji ti kesî re nagrin, lê hinek xeletî hatin kirin. Ji ber wan şaşiyan niha tiştekî wiha ne gengaz e. Ez wek partî dibêjim, tifaq an jî yekîtiyeke wiha ji bo HDPê ne mimkin e."

    Li gor daxuyaniya Hevseroka HDPê Buldan, hevdîtina HDP û Partiyên Kurdistanî ya hilbijartina 24ê Hezîranê didome.

    Bi heman mijarî:

    Buldan: Tifaqa Kurdistanî ji bo pêşeroja kurdan gelek girîng e
    Hevseroka HDPê Buldan bû sergovend
    Buldan: Sedema serdana me, kongreya neteweyî ye
    Buldan: Em yek kes bimînin jî em dê ji parlamentoyê venekişin
    Hevseroka HDPê Buldan: Çîroka min li vê meydanê dest pê kir
    Pervin Buldan: Em ê di rêya Demirtaş û Yuksekdag de bimeşin
    Etîketan:
    hilbijartina 24ê Hezîranê, HDP, Pervin Buldan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de