17:04 24 Gulan 2018
    Meral Akşener û Kemal Kiliçdaroglu

    15 parlamenterên ku îstîfa kiribûn vedigerin CHPê

    © Foto : CHP
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku 15 parlamenterên ji CHPê îstîfa kiribûn û derbasî IYI Partiyê bibûn dîsa vedigeirn CHPê.

    Li gor nûçeya Başak Kayaya rojnameya Sozcuyê, 15 parlamenterên ji CHPê îstîfa kiribûn û derbasî IYI Partiyê bibûn dîsa vedigeirn CHPê.

    15 parlamenterên CHPeyî di 22ê Nîsanê de bi dîrektîfa Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji CHPê îstîfa kiribûn û derbasî IYI Partiyê bibûn. Bi tevlîbûna parlamenterên CHPeyî hejmara paralamenterên IYI Partiyê gihîştibû 20an, li parlamentoyê grûb ava kiribû û ti astengiyeke ku beşdarî hilbijartina 24ê Hezîranê bibe nemabû.

    Piştî vegera 15 parlamenterên CHPeyî dê hejmara parlamenterên IYI Partiyê dakeve 6an û mafê avakirina grûbê wê ji dest bide. Hefteya borî Kadir Koçdemirê MHPeyî jî ji partiya xwe îstîfa kiribû û tevlî IYI Partiyê bibû.

    Bi heman mijarî:

    CHP ji sê milan dadikeve sehayê
    CHP roja înê namzedê xwe diyar dike
    Gul: CHP û Partiya Saadetê bêyî IYI Partiyê namzediyê diaxivin
    CHP: Pêwist e HDP jî beşdarî tifaqa biratiyê bibe
    CHP: Namzedê me yê serokomariyê roja sêşemê wê diyar bibe
    CHP: Havênê mirovatiyê di dilê wan ên ku dibêjin ‘baş e ku teqe li Esad kirin’ tune ye
    Etîketan:
    IYI Partî, CHP, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de