18:11 21 Gulan 2018
    Selahattin Demirtaş

    Demirtaş: Bila hemû namzed hefteyekê têkevin girtîgehê

    © Foto : HDP
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Namzedê CHPê yê serokomariyê Muharrem Ince duhî li Girtîgeha Edirneyê serdana reqîbê xwe yê HDPeyî Selahattin Demirtaş kiribû. Li gor Ince, moralê Demirtaş pir bilind e.

    Muharrem İnce
    © REUTERS / Ümit Bektaş
    Namzedê CHPê yê serokomariyê Muharrem Ince duhî li Girtîgeha Edirneyê serdana reqîbê xwe yê HDPeyî Selahattin Demirtaş kiribû. Ince di axaftina xwe de behsa hevdîtina xwe û Demirtaş kir û got: "Demirtaş ji min re got ‘ez liv ir im, lê hûn hemû digerin. Tu bikaribe ji namzedên din re jî bêje dê baş bibe. Bila hemû namzed her yek hefteyekê têkevin girtîgehê da ku adil bibe.' Moralê Dermirtaş pir bilind bû. Serkeftin xwest û min jî ji bo wî serkeftin xwest. Me çay vexwar sohbet kir. Moralê wî pir bilind bû."

    Muharrem Ince di berdewamiya axaftina xwe ya Aykut Kuçukkayaya rojnameya Cumhuriyetê de got: "Ez bixwe bawerim, ez ê di tura yekemîn de werim hilbijartin. Min serkeftin ji Karamollaoglu, Akşener û Demirtaş re xwest. Ez ê ji Erdogan re jî serkeftinê bixwazim."

    Bi heman mijarî:

    Muharrem Ince serlêdana Demirtaş kir
    3 navên suprîz tevlî mitînga Muharrem Ince ya Edirneyê dibin
    Ince piştî serdana Demirtaş diçe Colemêrgê
    Ji Ince bo Bilal Erdogan: Ti di cihê xwe de rûnê, mikrofonê bide bavê xwe
    ‘Kurd çima wê dengê xwe bidin Muharem Ince'
    Muharrem Ince: Bi destûra we ez ê bibim serokomar
    Etîketan:
    HDP, CHP, Muharrem Ince, Selahattin Demirtaş, Edirne, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de