16:58 26 Gulan 2018
Dadgeh - Girtin - Binçavkirin - Polîs

Li Enqerê 1770 kes hatin binçavkirin, ji wan 172 hatin girtin

© AFP 2018 / Ozan Köse
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Li paytexta Tirkiyê Enqerê di kontrolên asayîşê de 1770 gumanbar hatin binçavkirin, ji 1770 gumanbaran 172 kes hatin girtin.

Walîtiya Enqerê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di kontrolên 3ê Gulanê yên li navçeyên Enqerê Çankaya, Keçioren, Mamak, Yenimahalle û Pursaklara de 157 hezar kes hatin kontrolkirin. Ji1770 kes jatin binçavkirin û ji vana 172 kes bi destên merciyên dadweriyê hatin girtin.

Di heman kontrolan de herwiha 45 wesayîtên diziyê hatin bidestxistin, 64 motosîklet û 148 wesayîtên modîfiyekirî û 374 kesên bê ehliyet jî hatin sizadan.

Herwiha di kontrolan de 3 demançeyên bi ruxsat, 66 demançeyên bê ruxsat, 44 tifingên bê ruxsat, 66 demançeyên pûçeber, 2 hezar û 88 gule, 7 alet û edawetên bibir, 726 gram madeyên hişber, 804 hebên hişber û 3 hezar 320 pakêt cixareyên qaçax hatin bidestxistin.

 

Bi heman mijarî:

Tirkiyê li Enqerê destûra protestokirina Amerîkayê neda
Li Enqerê di bin erdê de baregeh tên avakirin
Li Enqerê 4 iraqî bi gumana êrîşa balyozxaneya Amerîkayê hatin girtin
‘Têkiliyên Washington û Enqerê her diçe xerabtir dibe’
Etîketan:
Binçavkirin, Girtin, Kontrol, Asayiş, Enqere
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de