14:18 23 Gulan 2018
    selahattin demirtaş

    Peyama Demirtaşî ya piştî serdana Inceyî: Nimûneyeke piştevaniya mirovî ye

    © AP Photo /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (97)
    0 0 0

    Namzetê HDPê yê Serokkomariya Tirkiyeyê yê girtî û hevserokê wê yê berê Selahattin Demirtaş, serdana namzetê Partiya Komariya Gelî(CHP) Muharrem Inceyî wek "nimûneyeke piştevaniya ya mirovî ku naziktiyê di nava xwe de diewhîne" bi nav kir.

    Muharrem İnce
    © REUTERS / Ümit Bektaş
    Inceyî îro serdana Demirtaşî li girtîgeha Edirneyê kiribû. Demirtaşî spasiya wî kiriye. Namzetê HDPê di rêya parêzerên xwe re daxuyaniyeke nivîskî da û got, "li gel hemû astengan, li gel hemû zehmetî û fişaran, ez û partiya min HDPê dê ji bo nûnerîtiya kesên çewisandî helmeta xwe ya hilbijartina xwe bi têghiştin bi rê ve bibin."

    Demirtaşî di daxuyaniya xwe de wiha got:
    "Pêşî ez spasiya xwe pêşkêşî Muharremê birêz dikim ji ber serdana wî. Bêdadiya ku ji mêj ve li welatê di her qadê de dewam dike, di pêvajoya hilbijartinê de jî dewam dike. Ez vê serdana Inceyê birêz him ji bo balkişandina di şexsê mde ya ser bêdadiyê him jî ji aliyê nezaketa siyasî watedar dinirxînim.

    Ez û hevalên xwe li girtîgehan wek rehînên siyasî tên girtin. Lê mixabin, derve jî gelekî ji girtîgeheke nîv-vekirî ne cuda ye. Dadweriyên wek mercên rewşa awarte, medyaya yek-denh, derxistina ji karî û gefa girtinê, bikaranîna hemû imkanên dewletê ji bo yek namzetê serokkomariyê, deşîfrekirina dijberan, nepêkan kiriye ku pêşbirka hilbijartinê di çarçoveyeke wekhev de bê kirin. Hêvî dikim û lava dikin ku li gel vê bêdadiyê jî, hilbijartin rê li ber demokrasî, azadî û aştiyê veke. Dîsa ez bawer dikim ku ziman û islûvê avaker yê namzet û partî di helmeta hilbijartinê de bi kar bînin, dê sûdên giring bide rakirina polorîzasyona civakî.

    Serdana Inceyê birêz, ji peyameke siyasî ya ji bo hilbijêrên me bêtir, nimûneyek e ku nazikitiyeke mirovî dihewîne. Bi vî awayî fikirên me yên siyasî cuda bin jî, di dawiya helmeta hilbijartinê ya ku em êdi çarçoveya rêzgirtina beramber de bi rê ve bibin, kî bi ser keve jî, em dê bi her awayî sûdê bigihîn lihevkirina civakî û çandeya aştiyê. Herwiha ez dixwazim diyar bikim, ez kêfxweş dibim ku Inceyê birêz jî bi vê têgihiştinê tevdigere.

    Helbet gelê me tiştê herî xweş heq dike. Li gel hemû asteng, fişar û zehmetiyan, ez û partiya min HDPê dê ji bo nûnerîtiya kesên çewisandî helmeta xwe ya hilbijartina xwe bi têghiştin bi rê ve bibin. Bi vê boneyê ez serkeftin û qewetê ji wî û namzetên din re dixwazim,  ez careke din ji ber vê piştevaniya wî ya mirovî û serdanê spasiya Inceyê birêz dikim. Ez hêvî dikim, hilbijartin ji bo welat û gelê me xêrê bi xwe re bîne."

     

    Mijar:
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (97)

    Bi heman mijarî:

    Selehattin Demirtaş: Bi qasê mohrekê canê wan maye
    'Demirtaş, bi erênî li namzetiya serokomariyê dinhêre'
    Du partiyan piştgiriya xwe ji bo Demirtaş ragihandin
    Bilgen: Dema Demirtaş bibe namzet, gelo wê TRT biçe Edîrneyê yan dê wî bînine TRTê?
    Etîketan:
    hilbijartinên Tirkiyeyê, CHP, HDP, Muharrem Ince, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de