17:49 23 Gulan 2018
    Leşkerên Artêşa Tirkiyeyê - leşkerên tirk

    Tirkiye: Êrîş ji Til Rifetê çêbibe, em ê destwerdanê li wir bikin

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Berdevkê Serokkomariya Tirkiyeyê Ibrahim Kalinî ragihand, eger êrîş ji Til Rifetê were, welatê wî dê dudil nemîne û dê destwerdanê bike û destnîşan kir ku bi Rûsyayê re derbarê vê mijarê de gotûbêjan dikin.

    Wezîrê Derve yê Yûnanistanê Nîkos Kotzias
    © AP Photo / dpa, Wolfgang Kumm
    Kalinî civîneke rojnamevaniyê bi rê ve bir û got, "eger ji Til Rifetê werin, Tirkiye dê nesekine û destwerdanê bike û gotûbêjên me li ser vê mijarê bi Rûsyayê re berdewam dikin" û wiha îdîa kir ku YPG êdî li wê herêmê tine.

    Hatibû ragihandin ku hêzên Artêşa Sûriyeyê di dawiya adara borî de ketibûn bajarê Til Rifetê, piştî ku Tirkiyeyê gef xwaribûn ku êrîşî bajarî bike û herwiha bi hezaran awareyên bajarê Efrînê li wê derê bi cî bûbûn.

    Hêjayî gotinê ye ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî berî niha gotibû, "piştî Efrînê dor hatiye kontrolkirina Til Rifetê" û herwiha gefa ketina Şingalê xwaribû.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Pêşveçûna Tirkiyê ya li Efrînê sekinî
    80 malbatên ereb li Mabataya Efrînê hatin bicihkirin
    Leşkerekî artêşa Tirkiyeyê li Efrînê canê xwe ji dest da
    ‘Rûsya û Îran ji Tirkiyeyê daxwaz kirin ku hêza xwe ji Efrînê bikişîne’
    Rêveberiya Rojava encamên şerê Efrînê bi raporekê eşkere kir
    Çekdarên Siltan Mûrad gelê Efrînê ji gundên wan derdixîne
    Rûsya: Ji milîtan û malbatên wan 117 kes ji bo Efrînê hatin şandin
    Etîketan:
    YPG, Ibrahim Kalin, Til Rifet, Efrîn, Rûsya, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de