17:00 26 Gulan 2018
Serlêdanên ji bo bernamzetiyê yên HDPê

Li bajarên kurdan ji bo bernamzetiyê nêzikî 600 kesan serî li HDPê da

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
Sertaç Kayar
0 0 0

Li Tirkiyeyê ji bo AKPê 7 hezar û 329, ji bo MHPê Hezar û 815, ji bo CHPê Hezar û 592 û ji bo IYI Partiyê jî 2 hezar û 800 kesan serî li bernamzetiya parlamenteriyê daye. HDPê hejmara bernamzetên xwe eşkere nekir lê tenê li bajarên kurdan heta niha nêzikî 600 kesan serî li HDPê daye û li gorî salên çû ev hejmar îsal zêde bûye.

Li Tirkiyeyê ji bo hilbijartinên 24ê Hezîranê serdana bernamzetan bi dawî bû. Ji bo bernamzetiyê herî zêde serî li AKPê hat dayîn. Li gorî agahiyên dawîn li tevahiyê Tirkiyeyê 7 hezar û 329 kesan ji bo bernamzetiyê serî li AKPê daye. Ji van 5 hezar û 997 kes jê jin in. Ji bo MHPê 250 kes jê jin, bi tevahî hezar û 815 kesan, ji bo CHPê hezar û 592 kesan, ji bo IYI Partiyê jî 2 hezar û 800 kesan serî serî li bernamzetiyê daye. Dema serlêdana ji bo HDPê jî duhî bi dawî bû. Hejmara giştî hêj nehatiye eşkerekirin, lê hejmara serlêdanan a li bajarên kurdan zelal dibe.

LI BAJARÊ KURDAN NÊZIKÎ 600 KESAN SERÎ LI HDPÊ DA

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin gelek kesan ji bo bernamzetiyê serî li HDPê daye. Serlêdanên ji bo bernamzetiyê li gorî hilbijartinên salên borî gelekî zêde bûye. Li gorî agahiyên dawî li bajarên herêmê wekî Amed, Wan, Mêrdîn, Şirnex, Semsûr, Îdir, Agirî, Êlih, Çewlik, Dêrsim, Elezîz, Dîlok, Sêrt, Erzirom û Mûşê nêzikî 600 kesan ji bo bernamzetiyê serî li HDPê daye. Ji vê herjmarê gelek kes jê jin in. Hejmara herî zêde li Amedê çêbûye. Li Amedê heta niha 162 kesan serî li HDPê daye. Parlamanterên berê hêj serî lê nedaye û xuya dike ku dê ev hejmar bigihîje nêzikî 200 kesan. Di hilbijartinên sala 2015a de 127 kesan ji bo bernamzetiyê serî li HDPê dabû.

Bi heman mijarî:

Veli Saçilik di HDPê de bû berendam
CHPê bi erênî pêşwazî li pêşniyara HDPê kir!
Namzedê HDPê Demirtaş sozên xwe yên hilbijartinê eşkere kirin
Mediar: Bêyî piştgiriya HDPê ‘Tifaqa Millet' nikare hilbijartinê qezenç bike
‘Piştgiriya HDPê wê hemû planan têk bibe'
Etîketan:
hejmara serlêdanên bernamzetan, CHP, MHP, AKP, HDP, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de