04:25 25 Gulan 2018
    Twitter

    Twitter ji ber sextekariyê taga ‘DEVAM’ rakir.

    © AFP 2018 / Leon Neal
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlementerê CHPê yê Stenbolê Bariş Yarkadaş li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku twitterê taga ‘DEVAM’ ji ber tevgerên sexte hatine tesbîtkirin rakiriye.

    Twitter
    © REUTERS / Kacper Pempel
    Piştê axaftina Erdogan ya ku gotibû "eger gel ji me re bêjen ‘TAMAM' em ê xwe bidin alî" li ser twitterê kesên muxalifê AKPê taga ‘TAMAM' vekirin û nêzî 2 milyon tiwît hatin avêtin. Li ser vê, alîgirên AKPê jî bi vekirina taga ‘DEVAM' xwestin aligiriya xwe nîşan bidin. Twitterê nêzî 300 hezar tiwîtên AKPyiyan bi hinceta ku hesabên sexte ne jê bir û bi vê awayê kampanyaya AKPyiyan têk çû.

    Bariş Yarkadaş li ser hesabê xwe yê twitterê di derbarê mijarê de got ku: Aligiriya we sexte derket we 300 hezar hesabên sexte bi kar aniyê lê twitterê rê neda we, sextekarî jî heya cihekî ye.

    Bi heman mijarî:

    Twitter li piraniya dinyayê têkçû
    Derbarê Efrînê de Facebook, Twitter û YouTube hatine hişyar kirin
    Kesê ku hisabê Twitter ê Donald Trump girt yekî tirk derket
    Twitter: Xebatkarekî me di roja kare xwe yê dawî de hesabê Twitterê ye Trump jê bir
    Etîketan:
    devam, tamam, twitter, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de