17:10 24 Gulan 2018
    Temel Karamollaoglu

    Temel Karamollaoglu: Divê Demirtaş bê berdan

    © Sputnik / Saadet Partisi
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (100)
    0 0 0

    Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu got ku "divê Selahattin Demirtaş bê berdan, înşellah beriya ku em biçin wê derê û em ê jî jê re bêjin derbasbûyî be."

    Serokê Partiya Saadetê (SP) û namzetê serokkomariyê Temel Karamollaoglu di derbarê pêvajoya hilbijartinê de bi rojnamevanan re axivî. Karamollaoglu di destpêkê de slogana partiya xwe ya hilbijartinê parvekir: ‘Ji bo pêşeroja xwe biguherîne.' Karamollaoglu di derbarê projeyên partiya xwe ya li ser pirsgirêka kurd jî got ku: Pirdgirêka kurd heye û divê em vê çareser bikin. Vê em bi hevalan re li ser vê meselê bi awayek ciddî dixebitin, ez bixwe jî gelek caran çûm Amedê hatim. Em ê di demeke nêz de li Amedê planên xwe yên di derbarê pirsgirêka kurd de parve bikin.

    Karamollaoglu di derbarê zimanê zikmakî de jî destnîşan kir ku "perwerdehiya bi zimanê zikmakî heq e û divê hebe, di vê de em tu mahsûrê nabînin. Herkesek divê zimanê xwe bizanibe lê ji bo karên fermî zimanek zimanekî heye. Karamollaoglu di derbarê Selehattin Demirtaş de destnîşan kir ku "divê Demirtaş teqez bê berdan, ez hêvî dikim ku di demeke nêz de bê berdan em jî jê re bêjin derbasbûyî be."

    Mijar:
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (100)

    Bi heman mijarî:

    Ince piştî serdana Demirtaş diçe Colemêrgê
    Namzedê HDPê Demirtaş sozên xwe yên hilbijartinê eşkere kirin
    Demirtaş: Îro êdî em ê min bikin serok
    Demirtaş: AKP piştgiriya xwe wenda dike û mirov ji AKPê aciz bûne
    Muharrem Înce: Ez ê biçim serdana Selahattin Demirtaş
    'Demirtaş ji girtîgehê derxe û bi mêranî em bikevin pêşbaziyê'
    Etîketan:
    girtîgeh, hilbijartin, demirtaş, Temel Karamollaoglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de