20:54 20 Gulan 2018
    Recep Tayyip Erdogan

    Gezici: AKP-MHP li parlamentoyê piraniyê bi dest naxe

    © REUTERS / Stoyan Nenov
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê şirketa lêkolîner a Geziciyê Murat Gezici di axaftina xwe de ragihand ku dengê Erdogan li derdora 46ye û dibe AKP-MHP li parlamentoyê piraniyê bi dest nexin.

    Serokê şirketa lêkolîner a Geziciyê Murat Gezici di axaftina xwe de got: "Rêjeya dengê Recep Tayyip Erdogan ji sedî 46 û ya Meral Akşener jî derdora 25-27an e. Li gor Gezici dibe AKP-MHP li parlamentoyê piraniyê bi dest nexin.

    Murat Gezici di bernameya Nevşin Mengu ya DW Tirkî de got: Rêjeya dengê Erdogan a hilbijartinên 24ê Hezîranê 46, ya Seroka Giştî ya IYI Partiyê Meral Akşener derdora ji sedî 25-27 e. Rêjeya namzedê CHPê yê serokomariyê Muharrem Ince jî derdora 18-19an e."

    Li gor Gezici, pirsgirêka HDPê ya benda hilibijartinê tuneye û rayên wê derdora ji sedî 11 ne û dibe tifaqa AKP-MHPê li parlamentoyê piraniya qursiyan bi dest nexe.

    Bi heman mijarî:

    ‘Di tura duyem de piraniya HDPeyiyan wê dengê xwe bidin namzedê CHPê'
    Namzedê HDPê Demirtaş sozên xwe yên hilbijartinê eşkere kirin
    HDP: Namzedê me yê Serokomariyê Demirtaş e
    Namzedê parlamenteriyê di êrişê de hat kuştin
    Erdogan bi 316 îmzeyan ve bû namzedê serokomariyê
    Avakarê AKPê: Erdogan xwest Gul bibe namzedê serokomariyê
    Etîketan:
    Namzediya serokomariyê, Recep Tayyip Erdogan, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de