01:33 26 Gulan 2018
Zeid Raed el Huseyîn

Neteweyên Yekbûyî ji bo hilbijartinan bang li Tirkiyeyê kir

© REUTERS / DENIS BALIBOUSE
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê li Neteweyên Yekbûyî Zeîd Huseyîn bang li Tirkiyeyê kir ku beriya hilbijartinan Rewşa Awarte (OHAL) rake û got, di rewşeke wisa de, ku dîtinên mixalîfan bi awayekî giran tên cezakirin, zehmet e hilbijartin bi awayekî pêbawer werin lidarxistin.

Beriya hilbijartinên pêşwext ên 24ê Hezîranê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Rewşa Awareta (OHAL) bang li Tirkiyeyê kir.

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan li Neteweyên Yekbûyî Zeîd Huseyîn bang li Tirkiyeyê kir ku ji bo pêbaweriya hilbijartinan rewşa awarte were rakirin.

Zeîd di daxuyaniya xwe ya nivikî de ev tişt gotin, "Zehmet e di rewşeke wisde, ku nêrînên mixalîf ên li hemberî partiya desthilat bi awayekî giran hatine cezakirin, hilbijartinên pêbawer werin lidarxistin."

Ofîsa Zeîd di rapora xwe ya meha adarê de hikûmeta Tirkiyeyê bi 'girtinên girseyî û tasfiyeyên kêfî' tawanbar kiribû û Enqereyê jî bertek nîşan dabû.

 

Bi heman mijarî:

Ji bo hilbijartinên Tirkiyeyê çend pisûle têne çapkirin?
Pakêta guhertinên di hilbijartinên Tirkiyê de hat pesendkirin
Prof. Yegen: Biryara hilbijartinên pêşwext biryara herî aqilane ye
Biryara hilbijartinên pêşwext di Rojnameya Fermî de hat weşandin
Etîketan:
hilbijartinên pêşwext, Rewşa Awarte, Komîserê Bilind ê Mafên Mirov ê Neteweyên Yekbûyî, Zeîd El Husseîn, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de