20:52 20 Gulan 2018
    Recep Tayyip Erdogan û Donald Trump

    Erdogan bo DYAyê: Hûn ne sadixê soza xwe ne

    © REUTERS / Kevin Lamarque
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bertek nîşanî biryara serokê DYAyê Donald Trump da ku ji peymana nukleerê ya bi Îranê re vekşiya ye: "Di vê çarçoveyê de dê Amerîka winda bike, çimkî ne sadixê peymana xwe ne."

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bertak nîşanî vekşîna ji peymana nukleerê ya DYAyê da û got: "Bi betalkirina peymanê dê Amerîka winda bike, çimkî li peymana xwe xwedî derneketin, ne sadixê soza xwe ne. Dema ku dixwazin xira dikin, dema ku dixwazin çêdikin, tiştekî wisa nabe."

    Serokê Dewleta Yekîtiya Amerîkayê (DYA) Donald Trump duh êvarî ji giştiyê cîhanê re ragihand ku ji peymana bernameya nukleerê wek DYAyê vekşiyan e.

    Piştî biryara serokê DYAyê Donald Trump ku daxuyand ji peymana nukleerê ya bi Îranê re vekşiyan e û dorpêçkirinên ku li dijî Îranê di sala 2015an de hatibûn rawestandin dê cardin bikevin rewacê, ji giştiyê cîhanê bertak hatin nişandan.

    Etîketan:
    betalkirin, peyman, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de