05:16 25 Gulan 2018
    Îran-bernameya moşekan

    Tirkiye: Îran dewletek dost û bira ye ji bo me, dewletek xwedî bi hêz e

    © REUTERS / Nazanin Tabatabaee
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Aboriya Hikumeta Tirkiyeyê Nihat Zeybekçi derbarê biryara serokê DYAyê Donald Trump ya vekşîna ji peymana nukleerê ya bi Îranê re got, "Di dema sparîşên çekan de hin daxwaz dibe ku hatibin kirin." Zeybekçi destnîşan kir ku Îran dewletek xwedî bi hêz e.

    Wezîrê Aboriya Hikumeta Tirkiyeyê Nihat Zeybekçi derbarê biryara serokê DYAyê Donald Trump ya vekşîna ji peymana bernameya nukleerê ya bi Îranê re ji CNN tirkê re axivî. Zeybekçi got ku beriya hertiştî berjewendiyên Tirkiyeyê di rêza ewil de ye.

    Nihat Zeybekçi derbarê sedema vekîşana Donald Trump ya ji bernameya nukleerê de jî wiha got: "Ji mesefeyek dûr dengeya li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn em dikarin bêjin refleksa parastina dewleta Îsraîlê ye. Ji bo min berjewendiyên aboriyê yê Tirkiyeyê di serî de ne, yên din hevalên din eleqedar dike."

    Nihat Zeybekçi li ser pirsa gelo dê biryara Trump li ser hatina tûrîstên Îranê bandordar be, wiha bersiv da: "Ez bawer nakim li ser tûrîstan bandordar be, lê divê em hûrguliyan bibînin. Îran dewletek dost û dewletek bira ye ji bo me, em li heman erdnîgariyê ne. Îran dewletek bi hêz e."

    Bi heman mijarî:

    Piştî biryara Trump dolar reqoreke din şikand
    Trump: Amerîka ji peymana nukleerî ya Îranê vedikişe, dorpêçên aborî ji nû ve tên sepandin
    Trump ji Macron re got: Amerîka ji peymana nukleerî ya bi Îranê re vedikişe
    Ji Kremlînê bo Trump hişyariya Îranê
    Koşka Spî: Trump destpêkirina heyama nû ya seroktiya Pûtîn pîroz kir
    Trump biryara xwe ya Îranê eşkere dike
    Etîketan:
    nukleer, cnn, trump, Nihat Zeybekçi, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de