14:16 23 Gulan 2018
    Demançe, fîşek, gule, kuştin

    Serokê Şaredarîya AKPeyî dî êrîşa çekdarî de hat kuştin

    © Sputnik /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Şaredariya navçeya Yeşilgolcuka Nigdeyê ya AKPeyî Hakki Şengul di êrişa çekdarî de canê xwe ji dest da.

    Serokê Şaredariya navçeya Yeşilgolcuka Nigdeyê ya AKPeyî Hakki Şengul ji aliyê karkerekî şaredariyê ve rastî êrişa çekdarî hat û di encama êrişê de canê xwe ji dest da.

    Li gor zanyariyên berdest, karkerekî şaredariya navçeya Yeşilgolcuka Nigdeyê bi çekê êrişî şaredar Hakki Şengul kir û Şengul bi giranî birîndar bû. Şengul piştî mudaxeleya pêşî sewkî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerde ya Zanîngeha Omer Halis Demir a Nigdeyê hat kirin.

    Hakki Şengul li nexweşxaneya Nigdeyê digel hemû mudaxeleyan canê xwe ji dest da.

    Hat ragihandin ku êrişkar Serkan Teltik ku berê di çarçoveya bernameya xebata ji bo berjewendiya civakê de li şaredariyê dixebitî ji bo ku di serdama nû de navê wî di kurayê de derneketiye ev êriş pêk aniye.

    Bi heman mijarî:

    Hejmara êrişa ofîsa hilbijartinê zêde bûn: 51 kuştî û 112 birîndar
    Li pêşiya Fermandariya Bejayî êrişa xwekujî: 5 kuştî û 6 birîndar
    Rêvebirekî bilind ê Heşda Şeibî di êrişa çekdarî de hat kuştin
    Doç. Dr. Durre: Rûsya li dijî êrişa Îsraîl a li hemberî Îranê dernakeve
    Brîtanya li xwe mikur hat ku di encama êrişa hewayî de kesekî sivîl hatine kuştin
    Li hemberî HBGê êrişa bombeyî: Yek jê fermandar 6 kuştî û gelek birîndar
    Etîketan:
    Şaredarê AKPreyî rastî êrişa çekdarî hat, Nigde, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de