20:51 20 Gulan 2018
    Qedexe-polês-polîs-operasyon-desteserkirin

    10 kesên ku gotin, ‘Temam’ hatin binçavkirin

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku Serokomarê Tirkiyeyê û namzedê serokomariyê di hilbijartinên 24ê Hezîranê de, Recep Tayyip Erdogan got, “Ger milet bêje temam em ê vekişin’, peyva ‘Temam’ li ser medya civakî û seranserê Tirkiyeyê di nav hemwelatiyan de bû diruşma hilbijartinê.

    Ji xeynî gel, namzedên serokomariyê Selahattîn Demirtaş, Meral Akşener û Kemal Kiliçdaroglu ku nûnertiya muxalefeta Tirkiyeyê ya li dijî deshilata AK Partiyê dikin, li ser hesabên xwe yên medya civakî beşdarî helmeta peyva 'Tamam' bûn.

    Li navçeya Kadikoy a Stenbolê jî peyva ‘Tamam' deng veda û meşên bi diruşma ‘Tamam' hatin lidarxistin.

    Hat ragihandin ku di meşa li Kadikoyê de girseya ku bi diruşma ‘Temam' dimeşiya rastî destwerdana polîsan hat û komek welatiyên li ber nivîsa ‘Tamam' rûniştibûn ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

    Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin 10 kes in û ew birine qereqola Îskele ya Kadikoyê.

    Bi heman mijarî:

    Sîstema parastina asmanî ya Sûriyê êrîşa Îsraîlê vala derxist
    Artêşa Îsraîlê ji bo êrîşên ji Sûriyê bên kete amadebaşiyê
    Îran: Ji Amerîkayê re zimanê hêzê pêwîst e
    'Daxuyaniyên Paşinyan Azerbeycanê dixe nav fikaran'
    Trump: Amerîka ji peymana nukleerî ya Îranê vedikişe, dorpêçên aborî ji nû ve tên sepandin
    Etîketan:
    Binçavkirin, Temam, Kadikoy, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de