18:07 21 Gulan 2018
    Girtîgeh

    Jina kurd li girtîgehê bi penceşêrê ketiye, pêwîstiya wê bi dermankirinê heye

    © AP Photo / Muhammed Muheisen
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Jineke kurd bi navê Fatma Ozbay ya 53 salî ya ji bajarê Bazîdê ji ber kar û xebatên xwe yên siyasî, ev 20 sal in di girtîgeha Tirkiyeyê de ye ku sizaya muebedê lê hatiye birîn.

    Ozbay biha li girtîgeha Erziromê ye û tûşî nexweşiya penceşêrê bûye(peceşêra pêsîran). Bijîşkan diyar kiriye ku divêt ew bê emeliyatkirin û penceşêra wê bi neştergeriyê bê paqijkirin.

    Girtiya kurd, Fatma Ozbay
    © Sputnik /
    Girtiya kurd, Fatma Ozbay

    Li gorî agahiyên Sputnik Kurdistanê bi dest xistine, derfet û şiyana wê ya dermankirin û pakkirinê gelekî kêm in, ji ber hindê pêwîstiya wê bi alîkariya rayedarên dewleta Tirkiyeyê heye ku destûrê bidinê ji bo bikare li derve were dermankirin.

    Hêjayî gotinê ye Fatma Ozbayê di girtîgehê de derbarê jiyana kurdî de gelek gotar, çîrok û vekolînên cûrbicûr nivîsîne. Herwiha xwendina xwe ya nîvcomayî di zindanê de temam kiriye.

    Girtiya kurd, Fatma Ozbay
    © Sputnik /
    Girtiya kurd, Fatma Ozbay

    Bi heman mijarî:

    Reveberiya Xweser 4 girtiyên ENKSê serbest berdan
    Almanyayê ji Îranê xwest ku girtiyên siyasî berde
    Îranê du girtiyên kurd îdam kirin
    50 girtiyên girtîgeha Erzîromê hatin sirgûnkirin
    5 girtiyên jin hatin sirgunkirin
    Etîketan:
    penceşêra memikan, penceşêr, Fatma Ozbay, Erzirom, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de