14:19 23 Gulan 2018
    Polîs

    Li Amedê polisan ciwanek birîndar kir

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 0 0

    Li taxa Ofisê ya Amedê di nava polis û ciwanekî de gengeşî derket û polisan gule bera linge wî da û ew birîndar kir.

    Li taxa Ofisê ya Amedê polisan gule bera linge ciwanekî da û ew birîndar kir. Li gorî agahiyên şahidê bûyerê polisan xwestîye ku ciwan bigire lê ciwan reviya ye. Piştre polisan ciwan girtîye û ciwan carek di ji destê wan reviya ye. Di vê kêliyê de polisan gule bera lingê ciwan daye û ew birîndar kirîye.

    Welatîyan xwest ku mudaxale li birîna ciwan bikin. Polisan bi bombeya gazê mudaxaleyî welatîyan kir. Naverok û sedema bûyerê ne dîyar e.

    Welatîyekî dema bûyerê bi telefona xwe qeyd kir.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Serokê Baroya Amedê ji namzedên serokomariyê sozek xwest
    Li Amedê serwîsa xwendekaran qulibî: 16 kes birîndar bûn
    ‘Divê gelê Amedê xwedî li Demirtaş derkeve'
    Lîsteya berendamen AKPê yên Amedê aşkere bû
    ‘Bloka Kurdistanî’ ya hilbijartinê li Amedê bi HDPê re dicive
    Etîketan:
    Birîndar, Ciwanê kurd, Polîs, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de