17:47 23 Gulan 2018
    Dengdêrên kurd

    ‘Di tura duyem de piraniya HDPeyiyan wê dengê xwe bidin namzedê CHPê'

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 0 0

    Civaknas û mamostayê Zanîngeha Dîcle ya Amedê Prof. Dr. Vahap Coşkun namzed û hilbijartina Tirkiyeyê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

    Civaknas û mamostayê Zanîngeha Dîcle ya Amedê Prof. Dr. Vahap Coşkun namzed û hilbijartina Tirkiyeyê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir. Li gor Coşkun eger di tura yekem de serokomar neyê hilbijartin di tura duyem de wê piraniya HDPeyiyan dengê xwe bidin namzedê CHPê Muharrem Ince.

    ‘CHP JI BO ENDAMÊN XWE KONSOLÎDE BIKE INCA NAMZED NÎŞAN DA'

    Mamostayê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Vahap Coşkun pêvajoya namzediya CHPê nirxand û got: "Hê ji destpêkê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu eşkere kir ku ez ne namzed im. Herwiha ji bo namzediyê herî zêde navê Muharrem Ince, Ilhan Kesici û Yilmaz Buyukerşen derkete pêş. Navê Abdullatif Şener û çend kesên din jî hat axaftin, lê di nava CHPê de giraniyeke wan tunebû. Ji van kesên navborî yê ku herî zêde derkete pêş Muharrem Ince bû, çimkî hem di kongreyê de ji bo serokatiya partiyê jî du caran bû namzed û hem jî ji bo namzediya serokomariyê pir bi xwestek bû. CHP hem ji bo dildarên xwe konsolîde bike û hem jî xwesteka zêde ya Ince li ber çav girt û ew wek namzed nîşan da."

    ‘INCE DIXWAZE PIŞTGIRIYA KURDAN WERGIRE'

    Prof. Dr. Vahap Coşkun di axaftina xwe de ragihand ku di hilbijartina serokomariyê de xala herî giring di tura yekem de bijartin an nebijartina serokomare û got: "Di tura yekem de her partî wê deng bide namzedên xwe. Yanî HDP bo Selahattin Demirtaş, IYI Partî bo Meral Akşener, CHP bo Muharrem Ince, AKP-MHP bo Erdogan û Partiya Saadetê jî wê dengê xwe bide Temel Karamollaoglu. Ince dest bi kampanyeya hilbijartinê kir û ji xeyrî dengdêrên heyî yên CHPê stratejiyeke himêzkirina derveyî dengdêrên CHPê dimeşîne. Wek mînak hê roja pêşî got divê Selahhattin Demirtaş were berdan, roja çarşemê li girtîgehê wê serdana Demirtaş bike û bang kir divê astengî li pêşiya namzedên din werin rakirin. Ince ji bo di tura duyem de piştgiriya dengdêrên kurd bistîne propagandeyê bikar tîne. Tabî wek min got di vir de ya girîng mayîna namzedan a tura duyemîn e."

    ‘HDP JI BO TURA DUYEM WÊ NÊZÎKATIYÊ LI INCE BIKE'

    Vahap Coşkun di berdewamiya axaftina xwe de pirsa' eger Ince û Erdogan bimînin tura duyem dengdêrên HDPê wê dengên xwe bidin kê?' bersivan û got: "Li gor texmînan û îhtîmaleke zêde wê piştgiriya namzedê CHPê Muharrem Ince bike. Ev hem encamê nêzîkatiya rêvebirên HDPeyî yên CHPê ye û hem jî di meseleya dijayetiya Erdogan de herdu partî nêzî hev in. Îhtîmaleke mezin eger du namzed yanî Ince û Erdogan bimînin, rêvebiriya HDPê wê nêzîkatiyê li Ince bike. Ev biryara HDPê dibe bandoreke neyînî li qismek dengdêrên partiyê jî bike. Wek min got eger Ince bimîne tura duyem îhtîmaleke mezin wê HDP dengê xwe bide namzedê CHPê."

    Bi heman mijarî:

    Namzedê HDPê Demirtaş sozên xwe yên hilbijartinê eşkere kirin
    Namzedê parlamenteriyê di êrişê de hat kuştin
    HDP: Namzedê me yê Serokomariyê Demirtaş e
    Ince bi biryara hemû parlamenteran ve bû namzedê CHPê
    Erdogan bi 316 îmzeyan ve bû namzedê serokomariyê
    Avakarê AKPê: Erdogan xwest Gul bibe namzedê serokomariyê
    Etîketan:
    CHP, HDP, Selahattin Demirtaş, Muharrem Ince, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de