06:58 26 Gulan 2018
Mehmet Şimşek

‘Ekonomî bi dest Albayrak de bê berdan dê Şimşek siyasetê berde'

© REUTERS / Ümit Bektaş
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Serokomar Recep Tayyip Erdogan dema ku lîsteya namzedan amade bike dê hem kabîneyê hem jî hilbijartina heremî ya Adara 2019an jî bide ber çavan. Li gor îdiayan ekonomiya Tirkiyeyê bi dest Albayrak de bê berdan dibe ku Mehmet Şimşek dev ji siyasetê berde.

Tirkiye diçe ser sindoqê lê ji aliyekî ve jî hesabê piştî hilbijartinan jî tên kirin. Li gor nûçeya Rojnameya Turkiyeyê ku li Tirkiyeyê weşanê dike Serokomarê Tirkiyeyê û serokê AKPê Recep Tayyip Erdogan di serfiraziya hilbijartina 24ê Pêşberê de dê di kabîneyê de guherînên girîng pêk bîne.

Li gor îdiaya rojnameyê bi serokwezîr û cîgirên serokwezîr ve kabîne dê ji 27 kesan pek were. Di pergala nû de ekonomî dê ji aliyê yek kesî ve bê birêvebirin. Herwiha tê îdiakirin ku ekonomî bi destberdana Berat Albayrak de Mehmet Şimşek dibe ku dev ji siyasetê berde û namzediya parlamenteriyê jî nexwaze.

Etîketan:
wezîr, ekonomî, aborî, hilbijartin, Rojnameya Turkiye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de