11:15 24 Gulan 2018
    ahmet turk

    Ahmet Turk: Nêta me ya boykotkirina hilbijartinê tune ye

    © AFP 2018 / ADEM ALTAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk beşdarî bernameya RS FMê bibû û bilêv kiribû ku, ‘Ez bi hêrsim, HDP û kurd dê bejin, bo çi em ê di tûra duyem de dengê xwe bidin kesên ku em di bloka tifaqê de nexwesitin' Turk gotinên xwe zelal kirin: "Nêta me ya boykotkirina hilbijartinê tune ye. "

    Ahmet Turk di 3ê Gulanê de beşdarî bernameya RS FMê bibû û bilêvkiribû ku ‘Kurd, dê bibêjin ji bo çi em ê di tûra duyem de dengê xwe bidin kesên ku di bloka tifaqê de em nexwestin.' Herwiha Turk carek din derbarê gotinên xwe de axivî ku tiştê ku min qest dikir ne boykotkirina hilbijartinan bû, em ji bo Demirtaş hewl didin ku bimîne tûra duyem.

    Ahmet Turk rexne li CHPê girtin û got ku hewldana me li ber çavan e, fişara hikumeta AKPê ya li ser kurdan jî li ber çavan e, heke ji bo demokrasiyê hûn derdikevin holê, divê hûn herkesî himbêz bikin ku demokrasiya we mayinde be, li Tirkiyeyê gellek partiyên çepgir û komeleyên Elewiyan hene, lê CHP bi wan re ne şewirî."

    Turk derbarê gotinên Sirri Sureya Onder de jî axivî ku gotibû ‘Partiya IYI di tûra duyem de dê bi Erdogan re li hev bike' wiha got: "Herkesî namzedê xwe nîşan daye, mafê ti kesî tuneye ji niha de hin tiştan bibêjin, dem were em ê bi hev re bibinin dê çer bibe. Em piştgirê namzedê HDPê Demirtaş in. Ji serî de ez tiştekî dibêjim, heke em Tirkiyeyek demokratîk dixwazin formula wê diyar e, ti kes nikare çavên xwe ji kurdan re bigre û paşguh bike, ya na ti demokratîkbûn pêk nayê û bi vî awayî hikumet jî nayê guhertin."

    Ahmet Turk derbarê rêjeya dengê namzedê HDPê Selahattin Demirtaş de jî got ku hûnê bibinin Demirtaş dê ji %15an dengan bistîne.

    Bi heman mijarî:

    Ahmet Turk: Li kuderê dinyayê kesekê kurd hebe dixwazin deng lê bibirin
    Ahmet Turk: Dê Kurd operasyona Efrînê qebûl nekin
    Ahmet Turk: Divê yekî ciwan û dînamîk bibe hevserokê partiyê
    Dibe Ahmet Turk bibe Hevserokê HDPê
    Etîketan:
    hilbijartin, namzed, Ahmet Turk, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de