20:57 22 Gulan 2018
    Recep Tayyip Erdogan û Keybanû Elizabeth

    Erdogan li Brîtanyayê wê bi Elizabeth û Theresa May re hevdîtinan pêk bîne

    © AFP 2018 / Dominic Lipinski
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di 13-15 Gulanê de ji bo Foruma Zimanê Şêrîn serdana Brîtanyayê dike û dê bi Keybanû Elizabeth û Serokwezîr Theresa May re jî hevdîtinan pêk bîne.

    Li gor nûçeya Erdinç Çelikkanê rojnameya Hurriyetê, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di 13-15 Gulanê de ji bo Foruma Zimanê Şêrîn serdana Brîtanyayê dike û dê gelek wezîr jî tevlî serdana Erdogan bibin. Herwiha di forumê de pêşxistina têkiliyên Brîtanya û Tirkiyeyê, medya, siyaset, ekonomî, çand û diyaloga sivîl jî di nav de tiştên pêwist dê werin axaftin.

    Di berdewamiya nûçeyê de tê gotin ku Erdogan di çarçoveya serdana xwe ya 3 rojan de wê li Qesra Buckinghamê bi Keybanû Elizabeth hevdîtinekê pêk bîne. Erdogan wê bi Serokwezîr Theresa May re jî civînekê li dar bixe û li gor agahiyan ji xeyrî têkiliyên Brîtanya û Tirkiyeyê, Sûriye, Qibris û tekoşîna terorîzmê dê biaxivin.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Li herdu cîhanê em ê ji rêvebiriya Îsraîlê gilîdar bin
    Aborîzan Sonmez: Manîfestoya Erdogan lixwemikurhatina têkçûnê ye
    Erdogan: Em ê operasyonên din li Sûriyeyê pêk bînin
    Şêwirmendê Davutoglu: Oxir be ji te re Erdogan
    Bosna Hersek bertek da Erdogan
    Parlamentarê HDPê: Wê Erdogan û Meral di tûra duyem de li hev bikin
    Etîketan:
    Serokomarê Tirkiyeyê, Elizabeth, Recep Tayyip Erdogan, Brîtanya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de