11:16 24 Gulan 2018
    ahmet ozmen-parêzer

    Serokê Baroya Amedê ji namzedên serokomariyê sozek xwest

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen ji namzedên hilbijartinên 24ê Hezîranê yên serokomariya Tirkiyeyê xwest ku soza derxistina holê ya hêz û failên li pişt kuştina Serokê berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî bidin.

    Ozmen li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku ew hêvî dikin namzedên serokomariyê soza ku hêzên tarî û failên kuştina Tahir Elçî derxin holê bidin.

    Ozmen got, "Ronîkirina kuştina Tahir Elçî şertê pêkanîna aştiya civakî ye."

    Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçi, li dema daxuyaniyeke çapemeniyê li Sûra Amedê 28ê Mijdara 2015an bi guleyeke ku li serê wî ketibû hatibû kuştin.

    Heta niha jî doza kuştina Tahir Elçî bi encam nebûye û ligel belavkirina vîdyoyên bûyerê jî hîn bûyer nehatiye ronîkirin.

    Bi heman mijarî:

    Xizmê qurbaniyên Roboskiyê yê hatibû desteserkirin bi şertê kontrola edlî hat berdan
    Li Hatayê gule bi ser polîsan de reşandin: 2 polîs birîndar bûn
    Almanya û Fransayê soza piştgiriyê da peymana nukleerî ya Îranê
    Li Sîdekanê di navbera Artêşa Tirk û PKKê de şer derket
    Kozmonotê rûsî ji fezayê dîmenên avaçûna heyvê parve kir
    Mamoste Ayşe wê dîsa bikeve girtîgehê
    Etîketan:
    Tahir Elçî, Ahmet Ozmen, Tirkiye, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de