05:17 25 Gulan 2018
    Binçavkirin-desteserkirin

    Xizmê qurbaniyên Roboskiyê yê hatibû desteserkirin bi şertê kontrola edlî hat berdan

    © REUTERS / Suzanne Plunkett
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Yek ji xizmên qurbaniyên ‘Komkujiya Roboskiyê' Hikmet Alma yê di wê bûyerê de birayê xwe winda kiriye, bi hinceta ku "heqaret li serokomarê tirk kiriye" hat desteserkirin û paşê bi şertê kontrola edlî hat berdan.

    Hikmet Alma yê ku di Komkujiya Roboskê ya navçeya Qilabana Şirnexê ya di 28ê Cotmaha 2011an de bi 34 welatiyan re birayê xwe Nadir Alma winda kiriye bi hinceta ku "heqaret li serokomarê tirk kiriye" li Edliyê hat desteserkirin.

    Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Alma bi hinceta ku berî Newrozê hevpeyvîn daye Ajansa Mezopotamyayê û ew û di medyaya civakî de parvekiriye û tê de "heqaret" li serokomarê tirk Recep Tayyip Erdogan kiriye, derbarê wî de lêpirsîn hatibû vekirin. Dema ku Alma ji bo îfadededayîne çû Edliyeya Qilabanê û li wir hat binçavkirin.

    Dozgeriyê Almayî bi daxwaza girtinê sewqî Dopzgeryia Sulh Cizayê hat kirin. Şanda dadgehê bi şertê kontrola edlî Alma berda.

    Bi heman mijarî:

    Li Zanîngeha Pamûkkaleyê bîranîna Komkujiya Roboskî
    Qeymeqam li Roboskî çûna ser goran qedexe kir
    Karwana mirinê ango komkujî: Roboskî
    KCD: Roboskî bû sedema komkujiyên nû
    Li malbatên Roboskiyê ceza hat birin
    ‘Li şûna kiryaran, malbatên Roboskiyê têne darizandin!'
    Demirtaş di salvegera Komkujîya Roboskiyê de peyamek belav kir
    Etîketan:
    Daraz, Doz, Desteserkirin, Roboskî, Hikmet alma, Şirnex, Qileban
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de