01:37 26 Gulan 2018
Mamoste Ayşe

Mamoste Ayşe wê dîsa bikeve girtîgehê

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Xanima bi navê Ayşe Çelîk ku bi navê 'Mamoste Ayşe' hatiye nasîn û ji ber gotineke xwe ya li televizyoneke tirkî ya ‘bila zarok nemirin’ tevî derguşa xwe roja 1 Gulanê ew şandibûn girtîgehê, 4ê Gulanê hatibû berdan. Lê biryar e ji nû ve were girtin.

Hat zanîn ku cezayê Mamoste Ayşe ji ber derguşa wê ji bo 6 mehan hatiye paşxistin, lê 31ê Cotmehê li gor biryara dadgehê divê car din bikeve girtîgehê.

Dozgeriya Diyarbekirê li ser daxwaza parêzerê Mamoste Ayşe cezayê wê yê girtîgehê heta 6 mehan bipaş xist, lê di biryara paşxistina cezayê de jî hat gotin, ger piştî 6 mehan 31ê Cotmehê bixwe teslîm nebe, dê bi darê zorê bê girtin û wê bişînin girtîgehê.

Li gor zanyariyên parêzerê Mamoste Ayşe serlêdana ji bo kontrola edlî jî ji dadgehê hatiye kirin, lê dadgehê ligel ku biryara paşxistina 6 mehan a ceza daye jî bersiva parêzêr ya kontrola edlî ji bo Mamoste Ayşe nedaye.

Bi heman mijarî:

Berbijêrekî ereb ji ber cil û bergên kurdî li Kerkûkê xwe ji berbijêriyê vekişand
CHPê bi erênî pêşwazî li pêşniyara HDPê kir!
'Kurd hewl didin li himberî serokkomariyê, serokatiya parlamentoyê bi dest bixin'
Li Amedê serwîsa xwendekaran qulibî: 16 kes birîndar bûn
Dîmenê merasima sondxwarina Pûtîn
Li gorî almanî, frensî û îtaliyan xurttirîn serokê dinyayê Pûtîn e
Namzedê HDPê Demirtaş sozên xwe yên hilbijartinê eşkere kirin
Etîketan:
Amed, Mamoste Ayşe, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de