20:58 22 Gulan 2018
    CHPê CHP

    CHPê bi erênî pêşwazî li pêşniyara HDPê kir!

    © Foto : Navenda Giştiya CHPê
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen ji bo tûra duyemîn a Serokomariyê got, "hesab li holê ye", Parlementerê CHPê Erdogdu jî piştgirî da Bilgenî û got, "ez tev li hemşehriyê xwe dibim!"

    Aborînas û nivîskar Mustafa Sonmezli ser hesabê xwe yê medyaya civakî hilbijartinên 24ê Hezîranê nirxand. Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen twîta Sonmezî şîrove kir û partiyên muxalefetê qesd kir û got, "Em dê bi hev re bi ser kevin". Li ser vê şîroveyê parlementerê CHPê yê Stenbolê Aykut Erdogdu jî got, "ez tev li hemşehriyê xwe dibim."

    Sonmez bi rêya hesabê xwe yê Twitterê ev nirxandin kir, "Eger CHP û hevpeymanên wê 42 jî sedî bistîne û HDPê benda 10 ji sedî derbas bike, bereya AKPê tena serê xwe nabe desthilat, wenda dike. Eger 24ê Hezîranê ev encam derkeve, di tûra 2yemîn de şensê reqîbê Erdogan (Muharrem Ince) bo serokomariyê zêde dibe. Ince dê ji hilbijêrên HDPê jî deng bistîne, pêwist e HDP bendê derbas bike."

    Berdevkê HDPê Bilgen ji bo tûra duyemîn a Serokomariyê got, "hesab li holê ye. Ya em dê bi hev re bi ser kevin. Yan em dê bi hev re bi ser kevin."

    ​Parlementerê CHPê yê hemşehriyê Bilgen ê ji Qersê Aykut Erdogdu jî ev şîrove kir, "ez tev li hemşeriyê xwe dibim…"

    Bi heman mijarî:

    CHP: Pêwist e HDP jî beşdarî tifaqa biratiyê bibe
    'Divê CHP, HDP û partiyên sosyalîst ên din tifaqekê çêbike'
    ‘Pêkan e HDP û CHP tifaq pêk bînin'
    CHP û HDP dê îtîrazê li 2 milyon û nîvê dengan bike
    Ji Ince bo Bilal Erdogan: Ti di cihê xwe de rûnê, mikrofonê bide bavê xwe
    ‘Kurd çima wê dengê xwe bidin Muharem Ince'
    Muharrem Ince: Bi destûra we ez ê bibim serokomar
    Etîketan:
    Hilbijartinên Tirkiyê, Hilbijartin, Mustafa Sonmez, Aykut Erdogdu, Ayhan Bilgen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de