08:08 25 Gulan 2018
    Selahattin Demirtaş

    Namzedê HDPê Demirtaş sozên xwe yên hilbijartinê eşkere kirin

    © AFP 2018 / OZAN KOSE
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (102)
    0 0 0

    Namzedê serokomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaş ji bo jin, ciwan, teqawidan sozên xwe yên ku di dema serokomartiya wî de bicih bîne eşkere kir. Demirtaş: "Ez nabêjim ez ê van bikim, ez dibêjim em ê bihevra bikin."

    Pêşkeşvanê Fox Haberê Fatih Portakal li ser Twittterê ji namzedên serokomariyê re hin pirs pirsîn, namzedê serokomariyê Selahattin Demirtaş wiha bersiv da pirsên Portakal: "Min dixwest bi were rûbirû biaxivim, lê ez fikrên xwe ji vir parve bikim." Demirtaş sozên ku di bijartina serokomariya wî de dê bi cih bîne eşkere kir. Demirtaş eşkere kir ku di xizanî û neheqî pirsgirêka me ya herî mezin e ku bi hikumeta AKPê ve berfirehtir û kurtir bû.

    Demirtaş wiha berdewam kir: "Li welatê me ji ber 5 ciwanan yek bêkarin, bi 'karta ciwanan' her meh 500 lîre dê bikeve hesabê ciwanan û bi vî pereyî dê bikaribin ragihandin, xwarin û xebatên çandî pêk bînin."

    Demirtaş bo jinan jî got ku rêjeya welidandina zarokan li Tirkiyeyê zêde ye, bi vî awayî em ê navendên nêrînê bo jinan bên avabikin ku jin hem bi jiyana civakî, aborî û siyasî dûrnekevin û di jiyanê de bêtir çalak bin.

    Demirtaş ji bo kesên teqawidbûyî jî van îfadeyan bi kar anî: Îro li Tirkiyê 12 milyon kesên teqawidbûyî hene û milyonek ji wan mehanî nastînin. Em ê mehê hesar lire mmehanî bidin êxtiyarên teqawidbûyî. Wê mehaniya kesên teqawidbûyî bibe 3000 tl.

    Demirtaş di dawiya axaftina xwe de got ku "ez nabêjim ku ez ê vana bikim, ez dibêm em ê bi hev re bikin."

    Mijar:
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (102)
    Etîketan:
    serokomarî, hilbijartin, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de