17:09 24 Gulan 2018
    Darizandin, dadgeh, girtin

    2 hevşaredarên din ên DBPeyî hatin girtin

    © Fotolia / Andrey Burmakin
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 0 0

    Hevşaredarên Qelqeliyê Handan Bagci û Şerafettîn Ozalp yên ku qeyûm tayînî şûna wan hatibu kirin 2 sal ceze li wan hatibu birîn. Cezeyê Bagci û Ozalp ji aliyê dadgehê ve hat erê kirin û herdu şaredar îro ketin girtigehê.

    Polîsan Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dorpêç kirin
    © Sputnik / O. Faruk Baran
    Hevşaredarên Navçeya Qelqeliyê ya Wanê Handan Bagci û Şerafettîn Ozalp yên qeyûm tayînî şûna wan kirin û ji peywirê girtin îro hatin girtin. Dadgehê 2 sal ceze li Bagci û Ozalp birî bu û cezeyên hevşaredaran hat erê kirin. Ji ber ku cezayê li wan hat birîn kêmî salekê maye Handan, Şerafettîn û Okan dê 20 rojan di girtîgehê de bimînin.

    Dadgehê piştî cezayê wan erê kir li Bagci û Ozalp heta 5 salan cezayê qedexeya siyasetê da wan. Handan Bagci şandin Girtîgeha Tîpa T a Wanê. Hevşaredar Şerafettin Ozalp û Cîgirê Hevşaredar Okan Bayram jî şandin Girtîgeha Wanê ya Servekirî.

    Li 94 şaredariyên DBPê qeyûm hatibûn tayinkirin û 97 şaredar hatin girtin. Ji 13 şaredarên DBPê bi tevahî 109 sal û 6 meh ceza hatibû birîn.

    Bi heman mijarî:

    KCD, HDP, DBP û TJA ji bo Mam Celal şîn ragihand
    DBP: Serxwebûna Kurdistanê ji bo kurdan ne çare ye
    KCD, DBP, KJA HDP: Êriş li dijî destkeftiyên hemû kurda û hêzên koalisyonê ye
    DBP: AKPê dixwaze dest dane ser şaredariyên me
    Etîketan:
    DBP, Şerafettîn Ozalp, Handan Bagci, Wan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de