17:51 23 Gulan 2018
    hdp-mîtîng

    Mediar: Bêyî piştgiriya HDPê ‘Tifaqa Millet' nikare hilbijartinê qezenç bike

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Xwediyê Şîrketa Lêkolînê Madiarê Ulaş Karakul daxuyand ku tifaqa millet ya CHP-Partiya IYI-Partiya Saadet û Partiya Demokratê, di hilbijartina 24ê Pûşberê de dibe ku serdestiyê bi dest bixin lê bêyî piştgiriya HDPê nikarin qezenç bikin.

    Li gor nûçeya Dikenê xwediyên Şîrketa Lêkolînê Madiarê Ulaş Karakul û Haluk Çaliş derbarê hilbijartina 24ê Pûşberê de agahiyên girîng parve kirine. Li ser pirsa di nav 4 navên namzed yên hilbijartinê, ‘Recep Tayyip Erdogan, Muharrem Ince, Meral Akşener û Temel Karamollaoglu' de şensê kîjan namzedi zêde ye Haluk Çaliş wiha got: "Hemû namzed dizanin ku divê hilbêjêrên kurd neyên jibîrkirin, lê divê çawa bi wan re lihevhatinekê pêk bînin wê nizanin, ev pirsgirêka tifaqa AKP-MHPê ye jî. Bi kurtasî hewcedariya tifaqa cumhur jî û tifaqa millet jî bi piştgiriya kurdan heye."

    Heriha Haluk Çaliş got ku di hilbijartina parlamenteriyê de tifaqa millet ya CHP-Partiya IYI-Saadet û Demokratê dibe ku serdestiya meclîsê bidest bixin. Li gor daneyên îro piraniyê bi dest dixin, di tûra duyem de serokomariyê jî dibe ku qezenç bikin. Ulaş Karakul destnîşan kir ku herçiqas daneyên di dest me de serdestiya tifaqa millet nîşanî me bidin jî, lê tê xuyakirin ku bêyî piştgiriya HDPê nikarin vê hilbijartinê qezenç bikin.

    Bi heman mijarî:

    ‘HDP û Huda-Par ber bi tifaqê ve diçin'
    HDP: Namzedê me yê Serokomariyê Demirtaş e
    HDP serdana HAK-PARê kir: Xelasiya gel û welat girêdayî yekîtiyê ye
    HDP ji bo serbestberdana Demirtaş serî li YSKê dide
    HDP wê namzetê xwe di 5ê Gulanê de ragihîne
    Etîketan:
    tifaqa millet, anket, hilbijartin, Ulaş Karakul, Haluk Çaliş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de