17:05 26 Gulan 2018
AKP - AKPê

Mişawîrê ku pêhîn li karkerê kanê dabû tê îdiakirin bernamzedê AKPê ye

© AFP 2018 /
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Di dema ku 301 karkeran di bobelata Somayê de jiyana xwe ji dest dabûn û beriya serdana serokwezîrê wê heyamê Recep Tayyip Erdogan muşawîrê Erdogan Yusuf Yerkel çûbû herema bûyerê û pêhîn li karkarên kanê dabûn. Herwiha hat îdiakirin ku Terkel bû ye bernamzedê AKPê.

Li gor nûçeya Aydinlikê Yusuf Yerkelê ku di dema serokwezîrtiya Recep Tayyip Erdogan de muşawîrtî wî dikir, ji AKPê bûyê bernamzedê parlamenteriyê. Lê Yerkel li ser hesabê xwe yê medyaya civakî îdia dereandin. Yerkel li ser Twitterê wiha got: "Hin kes derbarê min de hin îdiayan diavêjin holê, hûn di jiyana xwe ya derew de bijîn."

​Di bobelata Somayê ya 13ê Gulana 2014an de 301 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî bobelatê serokwezîrê wê heyamê Recep Tayyip Erdogan çû serdana navçeyê. Di dema çûna Erdogan de karkeran Erdogan protesto kiribûn. Muşawîrê Erdogan Yusuf Yerkel pêhîn li karkerekî ku ji aliyê polîsan ve hatibû girtin da bû. Wêneyê Yerkel di çapemeniyê de cih girtibû û deng vedabû.

Bi heman mijarî:

Erdogan: Em ê operasyonên din li Sûriyeyê pêk bînin
Şêwirmendê Davutoglu: Oxir be ji te re Erdogan
Bosna Hersek bertek da Erdogan
Erdogan twîta serokê Koreya Başûr retweet kir
Etîketan:
bernamzed, soma, bobelat, Yusuf Yerkel, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de