11:11 24 Gulan 2018
    Selahattin demirtaş

    Demirtaş: Îro êdî em ê min bikin serok

    © REUTERS / Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (98)
    0 20

    Namzedê serokomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş, gotinên xwe yên di hilbijartina Adara 2015an de ku ji bo Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan gotibû, "Em te nakin serok" bo hilbijartinên 24ê Pûşberê guherand û wek espriyê wiha got: "Îro êdî em ê min bikin serok."

    Namzedê serokomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ji girtîgehê bi saya parêzerên xwe bersivên pirsa BBC ya tirkî dan. Demirtaş destnîşan kir ku ew bi xwe û bi hezaran alîgirên partiye wek rehîneyên siyasî di girtîgehê de tên girtin û Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê jî di biryardayina vê mijarê de mixabin dereng ma ye. Selahattin Demirtaş li ser xebatê hilbijartinê ya partiyê de jî got, kampanyaya hilbijartinê dê ji aliyê ciwan û jinan de bê birêvebirin, em partiyek Tirkiyeyê ne û ji duh bêtir bi îdia ne.

    Namzedê HDPê Demirtaş derbarê pêşbaziya hilbijartinê de jî got ku namzede ku ji tûra duyem re bimîn e ez im: "Ez hêvî dikim ku hilbijartinek bo civakê bi feyde, bi qelîte û bê cudaxwaztî derbas bibe. Lê hemû namzed dê li derve bin bi tene ez ê di hucreyêdebim, ev bêedaletî ye, di tûra duyem de piştgiriya namzedên din dixwazim."

    Li ser pirsa gelo li paş gotina xwe ya ‘em te nakin serok' disekine an na? Demirtaş bi esprî wiha bersiv da: "Îro êdî em ê min bikin serok"

    Mijar:
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (98)

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş: AKP piştgiriya xwe wenda dike û mirov ji AKPê aciz bûne
    Muharrem Înce: Ez ê biçim serdana Selahattin Demirtaş
    'Demirtaş ji girtîgehê derxe û bi mêranî em bikevin pêşbaziyê'
    Parlamenterên CHPê xwestin Demirtaş were tehliyekirin
    Etîketan:
    hilbijartin, serokomarî, hdp, partî, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de