06:59 26 Gulan 2018
Referandûm-hilbijartin-dengdan-deng

‘Piştgiriya HDPê wê hemû planan têk bibe'

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 20

Nivîskar û siyasetmedar Tarik Ziya Ekinci pêvajoya hilbijartina 24ê Hezîranê nirxand û ragihand ku eger piştgiriya HDPê were kirin dê hemû plan têk herin.

HDP- Hevseroka HDPê Kemalbay- Serpil Kemalbay
© Foto : Navenda HDPê
Nivîskar û siyasetmedar kurd Tarik Ziya Ekinci pêvajoya hilbijartina 24ê Hezîranê nirxand û ragihand ku eger piştgiriya HDPê were kirin dê hemû plan têk herin û got: "Li vir jî hemû bar dikeve ser milên kesên çepgir û demokrat. Eniya demokrat piştgiriya HDPê bike û demorasiya Tirkiyeyê xurt bibe wê HDP benda hilbijartinê derbas bike û hemû plan têk diçin."

‘LI WELATÊN DEMOKRAT EV NAYÊ QEBÛLKIRIN'

Tarik Ziya Ekinci di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li ti welatekî demokrat kes di Rewşa Awarte de hilbijartinan nake. Dema em temaşe dikin li welatên ku demokrasiya wan di plana duyemîn de ye jî di Rewşa Awarte de hilbijartin nayên kirin. Ev nayê qebûlkirin û ez fêhm nakim bê çawa ew vê hezm dikin. Divê hemû partiyên siyasî bi yek dengî bigota ‘hetanî Rewşa Awarte neyê rakirin em hilbijartinê nakin'. Lê mixabin ev nekirin."

Muharrem Ince û Kemal Kiliçdaroglu
© Sputnik / ADEM ALTAN
‘BI BENDA HILBIJARTINÊ ARMANC HDP YE'

Ekinci di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ji serî de dewamkirina benda hilbijartinê ji bo HDPê bû. Dema biryara tifaqê hat wergirtin di hisabê wan de ev hebû ku ji partiyên din re bêjin ‘bi HDPê re hevkariyê dikin, bi kurdan re hevkariyê dikin û ev partiyên siyasî li dijî yekîtiya milli ya Tirkiyeyê ne' û propagandayê bikin. AKP bi derfetên dewletê propagandeya hilbijartinê dike û hêza ti kesî tuneye ku van derbas bike. Ka em temaşe bikin bê encameke çawa ji hilbijartinan derdikeve û dê guvaşên çawa bikin."

Bi heman mijarî:

Tarik Ziya Ekinci: 'Her wekî ku kurd ne birayên tu kesî ne ...'
‘HDP û Huda-Par ber bi tifaqê ve diçin'
HDP: Namzedê me yê Serokomariyê Demirtaş e
HDP: Ne hilbijartina pêşwext e, hilbijartina panîkê ye
HDP: Êdî dema têkbirina AKPê hatiye
Etîketan:
hilbijartina 24ê Hezîranê, HDP, Tarik Ziya Ekinci, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de