11:14 24 Gulan 2018
    HDP- Hevseroka HDPê Kemalbay- Serpil Kemalbay

    HDPê bersiva tifaqê da HUDA-PARê

    © Foto : Navenda HDPê
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    HUDA-PARê bi mebesta ku di hilbijartina 24ê Hezîranê de tifaqê bikin daxwaza hevdîtinê li hemû partiyan kiribû. HDPê bi sedema ku partî ji tifaqê re ne amade ye bersiveke neyînî da.

    Li gor nûçeya Mahmut Ilicaliyê rojnameya Cumhuriyetê, HDP ji bo tifaqa hilbijartina 24ê Hezîranê bi partiyên çep, sosyalîst û grûb û partiyên kurd re hevdîtin pêk anîn. Partiyên Kurdistanî ku ji PSK, PAK, PDK-Bakur, PDK-T û Hereketa Azadî pêk dihat ji bo tifaqa hilbijartinê pêşniyar hem li HDP û hem jî li HUDA-PARê kir. HDPê pêşniyar red nekir û bersiva ku wê di lijneyên partiyê de binirxîne da.

    Di berdewamiya nûçeyê de hat gotin ku cara yekemîn nêzîkbûna herdu partiyan bû sedema nîqaşan û ji bo nûçeyên ku wê tifaq were sazkirin li raya giştî hatin parvekirin bertekên tund hatin nîşandan. Hem endam û rêvebirên çep û sosyalîst û hem jî hevserokê HDPê Sezai Temelli li dijî tifaqa HUDA-PARê derketin û ragihandin ku partî ji vê tifaqê re ne amade ye.

    Li gor agahiyan hevdîtinên HDPê bi Partiyên Kurdistanî re didome û eger lihevhatin çêbibe dibe namzed ji lîsteyên HDPê têkevin hilbijartinê.

    Bi heman mijarî:

    ‘HDP û Huda-Par ber bi tifaqê ve diçin'
    HDP: Namzedê me yê Serokomariyê Demirtaş e
    HDP serdana HAK-PARê kir: Xelasiya gel û welat girêdayî yekîtiyê ye
    HDP ji bo serbestberdana Demirtaş serî li YSKê dide
    HDP wê namzetê xwe di 5ê Gulanê de ragihîne
    Etîketan:
    HUDA-PAR, HDP, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de