18:05 21 Gulan 2018
    Polîs - binçavkirin

    Li hemberî 118 hicreyan operasyon: 72 kes hatin binçavkirin

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li Îzmîrê di operasyona li hemberÎ 118 malên hicreyî yên FETOyî de 72 gumanbar hatin binçavkirin.

    Jandarma - Cenderme
    © AFP 2018 / Sedat Budak
    Li zanyariyên berdest, li Îzmîrê li dijî FETOyê operasyonek hat lidarxistin û di 118 malên hicreyan de 72 gumanbar hatin binçavkirin. Di nav gumanbaran de îmamê Bajêr yê Îzmirê û îmamên mehrem yên Artêşa Tirkiyeyê jî hene.

    Herwiha li Îzmîrê bi hevkariya Saziya Îstîxbarata Millî (MÎT), Îstixbarata Ewlehiya Îzmirê û Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Malî û Terorê li hemberÎ 118 malan operasyoneke hevdem li dar xist. Di operasyonê de 72 kesên ku di nav de îmamê Îzmirê û îmamên mehrem yên Artêşa Tirkiyeyê jî hene, hatin binçavkirin û Di lêgerîna malan de 75 hezar lîre, 17 hezar dolar û hezar û 500 euro û gelek dokumanên rêxistinî hatin bidestxistin.

    Li gor îdîayan pereyên ku hatine bidestxistin ji bo malbatên endamên FETOyê yên ku niha di girtîgehê de ne û ji bo kirêya malên gaybubetê tên xerckirin.

    Bi heman mijarî:

    Li bajarê Îzmîr ê Tirkiyê 2 kes ji El Qaydê hatin girtin
    Li Îzmîr û Semsûrê operasyonên siyasî
    Li Îdir, Îzmîr û Bismilê 2 jê zarok 14 kes hatin binçavkirin
    Li Îzmîrê beriya newrozê gelek kes hatin binçavkirin
    Li Îzmîrê erdhej
    Li Îzmîrê ji 21 kesên binçavkirî 13 kes hatin berdan
    Etîketan:
    FETO, Îzmîr, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de