07:47 25 Gulan 2018
    omer-faruk-gergerlioglu

    Gergerlioglu di HDPê de bû berendam

    © Foto : facebook
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parêzvanê Mafê Mirovan Omer Faruk Gergerlioglu ji bo namzetiyê serî li Partiya Demokratîk a Gelan xist.

    Serokê MAZLUMDERê yê berê, nivîskar û aktîvîst Dr. Omer Faruk Gergerlioglu îro li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku ji bo namzetiyê serî li partiya HDPê xistiye. Omer Faruk Gergerlioglu bi heqnasiya xwe tê nasîn. Gergerlioglu 3 sal beriyê ji wezifeya xwe ya dixtoriyê hatibû îxrackirin.

    Gergerlioglu di axaftina xwe ya bi siteya 'Arti Gerçek' re anî ziman ku "di demeke ku dixwazin HDPê derxin derveyê siyasetê min xwest ku ez di vê atmosferê de wek piştgiriyekê di HDpê de bibim namzet."

    Gergerlioglu bi salan e mafê kesên ku ji aliyê dewletê va hatin mexdûrkirin diparêze û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd dixebite.

    Bi heman mijarî:

    Kiliçdaroglu ji bo Gergerlioglu got: Emê tu car li hember zulmê stûyê xwe xwar nekin
    Dr. Gergerlioglu: Fikra operasyonê wê Tirkiyeyê têxe teqanê
    Etîketan:
    omer faruk gergerlioglu, berendam, HDP
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de