16:50 20 Gulan 2018
    Selahattin demirtaş

    Demirtaş: AKP piştgiriya xwe wenda dike û mirov ji AKPê aciz bûne

    © REUTERS / Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (95)
    0 20

    Namzedê serokomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaş di bersivên xwe yên ji bo Reutersê de got, "Hikûmeta AKPê piştgiriya ji bo xwe bi awayekî lez û bez wenda dike. Mirovên li Tirkiyeyê êdî ji AKPê aciz bûye û dixwaze jê xelas bibin. AKP jî vê yekê dizane."

    Namzedê serokomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaş bi rêya parêzerê xwe pirsên Reutersê bersivandin. Demirtaş got, "Xwepêşandan hatin qedexekirin, axaftin hatin qedexekirin, rexnekirina hikûmetê hat qedexekirin, heta parastina aştiyê jî wekî propagandaya terorê hat hesibandin. Nê pêkan e ku mirov di atmosfereke wisa de li bende hilbijartineke adilane be."

    Demirtaş di bersiva xwe ya ji bo pirsan de wisa axivî: "AKP û Erdoganê ku ev 15 sal in Tirkiyeyê bi rêve dibin, ji ber kêmbûna piştgiriya jib o wan biryara hilbijartinên pêşwext girtin. Hilbijêrên kurd wê dengê xwe nedin partiyeke nijadperest. Hikûmeta AKPê bi lez û bez piştgiriya ji bo xwe wenda dike, aborî ber bi qeyranê ve diçe. Mirovên li Tirkiyeyê ji AKPê aciz bûne û dixwazin jê xelas bibin. AKP jî vê yekê dizane."

    Demirtaş anî ziman ku ji ber hêj hikum nexwariye, bi awayekî yasayî li pêş wî ti astengî tune ye ku beşdarî hilbijartinan bibe û ev tişt gotin, "Ger dadgerî min asteng bike, ev ê bibe skandal û sûc." Reutersê di nûçeya xwe de ragihand ku nêzikî ji sedî 10-12 girseyeke HDPê heye û destnîşan kir ku HDP dikare têkeve parlamentoyê.

    Mijar:
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (95)

    Bi heman mijarî:

    Muharrem Înce: Ez ê biçim serdana Selahattin Demirtaş
    'Demirtaş ji girtîgehê derxe û bi mêranî em bikevin pêşbaziyê'
    Demirtaş aşkere kir bê bawerî bi kê û kê aniye û bûye namzed
    Parlamenterên CHPê xwestin Demirtaş were tehliyekirin
    Ji Demirtaş spasî û daxuyaniyên hilbijartinê: Tenê 50 roj ma!
    Etîketan:
    piştgirî, AKP, Namzedê serokomariyê yê HDPê, Selahattin Demirtaş, Edirne, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de