01:35 26 Gulan 2018
Muharrem İnce

Muharrem Înce: Ez ê biçim serdana Selahattin Demirtaş

© REUTERS / Ümit Bektaş
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (102)
0 0 0

Namzedê serokomariyê yê CHPê Muharrem Înce diyar kir ku Selahattin Demirtaş jî di nav de, dê ji hemû namzedên serokomariyê randewû bixwaze û biçe serdana wan bike.

Namzedê serokomariyê yê CHPê Muharrem Înce li ser hisabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û diyar kir ku ew dê ji hemû namzedên serokomariyê daxwaza hevdîtinê bike û dê herwisa biçe girtîgehê serdana Selahattin Demirtaş jî bike.

Înce di peyama xwe de ev tişt gotin, "Ji bo ji namzedên serokomariyê re serkeftinê daxwaz bikim, ez ê ji rêzdar Meral Akşener, rêzdar Recep Tayyip Erdogan û rêzdar Temel Karamollaoglu daxwaza randewûyê bikim. Ez ê herwisa di girtîgehê de jî biçim serdana rêzdar Selahattin Demirtaş."

Înce di peyameke din jî medyaya tirk rexne kir û got, "Ew kongreyên navçeyan ên AKPê zindî didin lê mitîngên me yên bajarên mezin zindî naweşînin. Ger bi daxwaza qesrê ambargoya medyayê li ser mixalefetê berdewam bike, em ê mitîngên xwe li pêş kanalên televîzyonê li dar bixin."

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (102)

Bi heman mijarî:

'Demirtaş ji girtîgehê derxe û bi mêranî em bikevin pêşbaziyê'
Parlamenterên CHPê xwestin Demirtaş were tehliyekirin
Demirtaş aşkere kir bê bawerî bi kê û kê aniye û bûye namzed
Etîketan:
serdan, Namzedê serokomariyê, Selahattin Demirtaş, Muharrem Înce, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de