04:27 28 Gulan 2018
Amed-Pîrozbahiyên 1ê Gulanê ya Roja Cejna Karkerên Cîhanê

SkyNews: Kurd ti carî evqasî nehatine piştguhkirin

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 00

Malpera SkyNewsê raporteke bi navê "kurd di hevkêşeyan hilbijartinên Tirkiyeyê de" weşand û ragihand ku kurd ticarî evqasî nehatine piştguhkirin.

SkyNewsê di raporta xwe de diyar kir ku him desthilata Tirkiyeyê û him jî dijberiyê partiyên kurdan nexistine nav xwe û wiha dest bi raportê dike: "Wisa diyar e ku piştguhkirin û redkirin bûne hevpeymanên partiyên kurdî di hilbijartinên Tirkiyeyê de. Ev cara yekem e ku destûr bo hevpeymanî/tifaqan tê dan ku tev li hilbijartinan bibin. Lê cihê partiyên kurdan di vê pêvajoya nû de tine bû ku bi awayekî dualî bi tenê hatine hiştin."

"HIM DESTHILATÊ HIM DIJBERIYÊ, KURD BI AWAYEKÎ NEDÎTÎ PIŞTGUH KIRIN"

Raport tifaqa navbera Partiya Dadwerî û Geşedanê(AKP) a desthilatdar û Partiya Tevgera Neteweperest û herwiha tifaqa navbera partiyên dijber ên Partiya Komarî ya Gel(CHP), Partiya Saadetê, IYI Partiyê û Partiya Demokrat(DP bi bîr tîne û wiha dewam dike: "Hikûmet û hevpara wê ya neteweperest ti hevpeymaniyeke hilbijartinê bi partiyên kurdî re pêk neanî. Dijberî jî bi heman awayî tevgeriya ku gaveke wiha berî niha ticarî nehatibû avêtin. Ev gav piştguhkirineke nedîtî ye."

"PIŞGUHKIRINA KURDAN, WAN NEÇARÎ DU RÊYAN DIKE"

Televizyona SkyNewsê diyar dike ku li gel van tifaqên li Tirkiyeyê, lê him Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) û HUDA-PAR ên kurdî li derveyî van tifaqan hatin hiştin.

Li gorî raportê, piştguhkirina kurdan dibe sedem ku encamên hilbijartinan neyên pêşbînkirin û siyaseta Tirkiyeyê di nav mijê de dihêle, herwiha kurdan datîne ber du rêyan; an hilbijartinan boykot bikin an jî li derveyî qada siyasî bimînin.

Bi heman mijarî:

Li Stenbolê operasyon: 25 endamên HDPê hatin binçavkirin
Heyeta HDPê gihîşt Kurdistanê û dê îro bi Barzanî re bicive
Civîna HDPê bi YNKê re qediya
'HDPê dixwest medyaya herî mezin a Tirkiyê bikire, lê…'
Endameke ENKSê sedema hevnedîtina HDPê û ENKSê eşkere kir
Namzedê HDPê yê serokomariyê Demirtaş e an?
Etîketan:
IYI Partî, Partiya Demokrat, HUDA-PAR, Partiya Saadetê, CHP, MHP, HDP, selahattin demirtaş
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de