07:00 26 Gulan 2018
Mevlut Çavuşoglu

Çavuşoglu: Eger Amerîka mueyideyan deyne, em ê bersivê bidin

© REUTERS / Muhammad Hamed
Tirkiye
Lînkê kurt
0 03

Piştî ku hinek raport derketin ku Kongreya Amerîkayê projeyekê ji bo rawestandina firotina çekan bo Tirkiyeyê gotûbêj dike, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşogluyî got, eger mueyide li ser welatê me werin danîn, em dê bersivê bidin.

Çavuşoglu beşdarî bernameyeke CNN Turkê bû û got, "ji ber ku zil-hêz e, ti dewlet nikare mueyideyan li ser dewleteke din bisepîne û eger Amerîka mueyideyan li ser me bisepîne, em ê bersivê bidin."

Wezîrê tirk got, "Tirkiye welatekî serbixwe ye û ne di bin fermana Amerîkayê de ye" û destnîşan kir ku "helwesta Amerîkayê ne li gorî têkiliyên hevpeymaniyê ne."

Çavuşogluyî di berdewamiya axiftina xwe de bi bîr anî ku dê serdana Amerîkayê bike û wiha dewam kir: "Hefteya bê, ez ê serdana Amerîkayê bikim. Betalkirina firotina balafirên F-35ê nayê qebûlkirin, eger wisa bibe, dê bersiva wê ji Tirkiyeyê bistînin."

"A GIRING JI BO ÇI HATINE"

Li ser ihtimala ku hêzên erebî bo Sûriyeyê werin şandin, Çavuşogluyî got, "a giring bê ji bo çi hatine".
Herwiha wezîrê tirk diyar kir ku hîn jî "operasyona li bakurê Iraqê di rojevê de ye".

Çavuşogluyî derbarê rakirina vîzayan di navbera Tirkiye û Rûsyayê de jî axift û got: "Bi awayekî qismî be jî îsal vîzeyên li gel Rûsyayê radibin. Belkî heta dawiya salê, hûn bibînin Serokkomarê me Erdogan bi Pûtînî re bi telefonê biaxive yan jî gava werin cem hev bibêjin "ka em vîzeyê rakin."

Bi heman mijarî:

Konseya Ewropayê bangî Tirkiyeyê kir: Hilbijartinan bi paş bixin
HDPê got, 'parêzgehên kurdî', Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê, 'tiştekî wiha tine'
Ji Tirkiyeyê bo Elmanyayê notaya 24ê Pûşberê
Rûsya ji bo pergala S-300ê bo Sûriyeyê: Divê ji Îran û Tirkiyeyê jî were pirsîn
Rûsya dest bi hilberîna S-400an ên Tirkiyeyê kir
Ji bo keşayê girtî radestkirina F-35an bo Tirkiyeyê tê astengkirin
Etîketan:
Mevlut Çavuşoglu, Sûriye, Tirkiye, Amerîka, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de