17:04 24 Gulan 2018
    Karker

    Di meha Nisanê de herî kêm 177 karker mirin

    © AP Photo / Matt Dunham
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gor raporta Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran di meha Nîsanê de li Tirkiyeyê 4 jê zarok 177 karkeran jiyana xwe winda kirin.

    Li gor raporta Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran raporta derbarê mirina karkeran a meha Nîsanê eşkere kir. Li gor raportê di meha Nîsanê de li giştiyê Tirkiyeyê hejmara karkerên ku jiyana xwe ji sedema kar winda kirine 177 kes in.

    Ji 177 kesan 129 kes kedkar in û di statuya memûrên bi mehaniya xebatkaran dixebitin, 48 kes jî karkerên ku li ser hesabê xwe dixebitin.

    Di 4 mehên ewil yên salê de hejmara karkerên ku jiyana xwe winda kirine diyar bûn. di meha Rêbendanê de 144, di meha Sibatê de 128, di meha Adarê de 122 û di meha Nîsanê de jî 177, bi tevahî di 4 mehên ewil yên sala 2018an de li Tirkiyeyê 575 karker mirin.

    Etîketan:
    karker, kedkar, mehanî, mirin, Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de