07:13 26 Gulan 2018
Nexweşxane

Doktorên tirk ji nexweşê rûs yê di komayê de 8 mîlyon rûble xwestin

twitter
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Tûrîstê rûs Sergey Tsurkukê ku li Tirkiyeyê krîza dil derbas kir û ket komayê li nexweşxaneyek taybet hat dermankirin, herwiha rêvebiriya nexweşxaneyê ji malbata Sergey Tsurkuk 8 mîlyon rûble (Nêzî 130 hezar dolar) xwestin.

Sergey Tsurkukê ku ji herema Uralê bo betlaneyê hat bajaroka Alanyayê ya Tirkiyeyê krîza dil derbas kir û di çapemeniya rûsî de jî cih girt. Li gor nûçeyên di çapemeniya Rûsyayê de cih girtin de Sergey Tsurkuk li odeya otela xwe bêhişketî hatiye dîtin û bi ambûlansê rakirine nexweşxaneyek taybet. Li gor nûçeyan, doktoran ewil dilê wî niwaz da ne û piştre ew birine.

Herwiha hat eşkerekirin ku bihayê rojek nexweşxaneyê 6 hezar dolar e, rêvebiriya nexweşxaneyê heta niha 8 m3ilyon rûble (nêzî 130 hezar dolar) fatore derxistin e. Ji aliyê din ve hevsera tûrîstê rûs Larisa daxuyand ku şîrketa sîgortayê ji ber ku di xûna Tsurkuk de alkol hatiye tespîtkirin dayina fatorayê red dike.

Bi heman mijarî:

KCKê ji ber kuştina doktor lêborîn xwest
Etîketan:
tendurîstî, koma, nexweş, Sergey Tsurkuk, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de