01:32 26 Gulan 2018
Ertugrul Günay

Wezîrê tirk: Yên ku HDPê li devre dihêlin demokratbûna wan cihê nîqaşa yê

© Foto : Wikipedia
Tirkiye
Lînkê kurt
0 20

Wezîrê berê Ertugrul Gunay derbarê rojevê û NamzetBûna Demirtaş de nirxandin kirin. Gunay got yên ku HDPê li devre dihêlin demokratbûna wan cihê nîqaşa yê.

Wezîrê Çande û Geştyariyê yê Berê yê Ertugrul Gunay derbarê rojevê û tifaqên ku têne pêkanîn axivî. Gunay 'Tifaqa Cumhur' û 'Tifaqa Gel' weke ‘tifaqên rastgirên navendî' bin nav kirin û got yên ku HDPê li devre dihêlin demokratbûna wwan cihê nîqaşa ye.

Wezîrê berê Ertugrul Gunay ji Yasin Kobulanê Ajansa Mezopotamyayê re mijarên rojevê; tifaqên AKP-MHP û ya tifaqa CHP-Partiya IYI-Saadet-Partiya Demokrat nirxandin. Gunay hilbijartina 24ê Hezîranê sepandina biyara rêveberiya tekane mirov e ku bi referandûma 16ê Nîsanê ye destpêkiribû.

HIŞMENDIYA KU JI DESTHILATÊ DITIRSE Û HDPê LI DEVRE BIHÊLE DEMOKRATBÛNA WÊ CIHÊ NÎQAŞÊ YE

Bi raya Gunay herdu tifaq jî ‘rastgir' û ‘navendî' ne û amajê pê kir ku tifaqên ku hatine pêkanîn dê demeke drêj dewam nekin. Gunay li ser hilbijartinê, tifaqan û namzetan ev nirxandin kirin: "Ne pêkan e ku mirov ji van yekê wek çepgir bin av bike. Herwiha hişmendiya ku ji îstîsmara bereya desthilatê ditirse û partiya girseyên mezin HDPê li devre bihêle demokratbûna wê cihê nîqaşê ye."

‘DEMIRTAŞ HER ÇIQASÎ GIRTÎ BE JÎ, DENGÊ WÎ DÊ DI NAVA CIVAKÊ DE OLAN BIDE

Gunay li ser namzetbûna Selahattin Demirtaş endamê HDPê jî axift: "Wisa xuya ye ku di vê hilbijartinê de herî zêde mafê Demirtaş heye ku demokrasiya pirdeng bilêv bike. Bi dîtina min her çiqasî girtî be jî, dengê wî dê di nava civakê de olan bide. Ji bo parlementoyê gelek girîng e ku dengê Demirtaş were bihîstin û HDPê bendê derbas bike. Ger HDPê bendê derbas neke, dê gelek parlementer ji AKPê re biçin û di meclisê de dê piraniyê bi des bixe. Lewra girîng e hemû namzed di destpêkê de tehliyeya Demirtaş bixwazin."

Di wê hevpeyvînê herwiha wezîrê berê diyar kir ku ewlehiya hilbijartinê girîng e û teqez kir ku zehmet e ku hilbijêrên kurd dengê xwe bidine namzetê CHPyî.

 

Bi heman mijarî:

Parlamenterên CHPê xwestin Demirtaş were tehliyekirin
Ji Demirtaş spasî û daxuyaniyên hilbijartinê: Tenê 50 roj ma!
‘Divê gelê Amedê xwedî li Demirtaş derkeve'
HDP: Namzedê me yê Serokomariyê Demirtaş e
Etîketan:
Hilbijartin, Selahattin Demirtaş, Ertugrul Gunay, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de