08:07 25 Gulan 2018
    lehî-makedonya

    Li paytexta Tirkiyeyê gelek wesayit li ber lehiyê çûn

    © AP Photo
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê Enqereyê yê paytexta Tirkiyeyê ji ber barana zêde lehî rabû û li navçeya wê ya bi navê Mamakê gelek wesayitên li ber avê çûn. Di encamê de 6 kes birîndar bûn.

    Hat ragihandin ku îro di saetên derdora nîvro de baraneke zêde barî.

    Di encama vê barana zêde de lehî rabû û li navçeya Mamakê ya bajêr gelek wesayit li ber lehiyê çûn.

    Di bûyerê de gelek wesayitan rastî zirareke mezin hatin ku êdî nikarin werin bikaranîn.

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mustafa Tuna di bernameyeke televîzyonê de ragihand ku di encama bûyerê de 6 kes birîndar bûn û Enqereyê heta niha karesateke wisa nedîtiye.

    Tîmên şaredarî û agirkujiyê dest bi xebatên rizgarkirinê kir.

    Herwisa dikan û kargehên li ser cadeyan jî ket ber bandora lehiyê û xwediyê wan dest bi paqijkirinê kir.

    Bi heman mijarî:

    Li navçeya ku ji bo baranê dia hat kirin, lehî rabû
    Li Hindistanê lehî: 700 kes mirin
    Li Stenbolê bobelat: Teyrok barî, lehî rabûn, birûsk ket...
    Li Amerîkyê lehî rabû, bi dehan kes mirin
    Etîketan:
    wesayit, lehî, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de