16:50 20 Gulan 2018
    Ji Artêşa Azad ASA daxuyaniya talan û diziya li Efrînê

    Tirkiyeyê bersiv da daxuyaniya Amerîkayê ya ji bo Efrînê

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 03

    Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Hami Aksoy ji bo daxuyaniya berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert, ku têde gotibû destûr nayê dayîn xelkê Efrînê vegere malên xwe, got, "Di ser faraziyeyên nehatine piştraskirin re daxuyaniyeke bêsiûd daye."

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert duhî di dxuyaniyeke xwe ya çapemeniyê de gotibû destûr nayê dayîn ku xelkê Efrînê vegere malên xwe. Ev daxuyanî ji berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Hami Aksoy hat pirsîn û wî ev daxuyanî wekî daxuyaniyeke bêsiûd bi nav kir.

    Aksoy parast ku Amerîka di bandora daxuyaniyên PYD/YPGê de dimîne û di ser faraziyeyên nehatine piştraskirin re daxuyaniyên wisa dide. Rayedarê tirk herwisa îdia kir ku PYD û YPG bi xwe destûrê nade xelkê Efrînê, ku vegere malên xwe û got, "Li Bakurê Sûriyeyê ti sedem ji bo fikar û endîşeyê tune ye."

    Hami Aksoy ji ber hevkariya di navbera Amerîka û YPGê de jî rexne li Amerîkayê girt û got, "Li Bakurê Sûriyeyê çavkaniya endîşeyê ew e ku, welatên em wekî miteqfîqên xwe dizanin, bi PYD/YPG re hevkariyê dike."

    Bi heman mijarî:

    Li Efrînê leşkerekî tirk di teqînê de can da, yek jî birîndar bû
    '202 malbatên ereb li Efrînê hatin bicihkirin'
    'Komên çekdar ên bi piştgiriya Tirkiyeyê li Efrînê medyakarekî kurd bi zorê digire'
    Hevseroka Efrînê: Hîn kesî bersiva me nedaye
    Hevseroka MSDê: Aliyên navdewletî ji bo Efrînê soz dane
    Etîketan:
    bersiv, daxuyanî, Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Tirkiyeyê, Hami Aksoy, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de