01:39 26 Gulan 2018
Hevserokê HDPê Sezai Temelli - pîrozbahiyên 1ê Gulanê li Amedê

Dest danîn ser pasaporta hevserokê HDPê û derketina wî ya derve hat qedexekirin

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Hat ragihandin ku îro danê sibehê li Balafirxaneya Ataturekê ya Stenbolê dest danîne ser pasporta Hevserokê HDPê Sezai Temelli.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Temelli bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku polîsan dest daniyê ser pasaporta wî û lewra ew nikare derkeve derveyî Tirkiyê.

Temelli dema ku ji Stenbolê dixwest biçe Brukselê dest danîne ser pasaporta wî. Polîsan ji Temelli re gotin ku pasaporta wî hatiye betalkirin û dest danîne ser. Derbara sedema betalkirinê tu daxuyanî nehat dayîn.

Ji aliyê din ve navenda HDPê derbarê mijarê de daxuyaniyek da. HDPê di wê daxuyaniya xwe de got:

"Reftarên derqanûnî yên kampanyaya hilbijartinê dest pê kirin. Pasaporta Hevserokê me yê Giştî Sezaî Temellî hate desteserkirin û derketina wî ya derveyî Tirkiyeyê hate astengkirin."

 

Bi heman mijarî:

Temelli: Hisabê wan dê ji Kerkûk, Efrîn û Amedê vegere
Temelli: Li Amedê dibin kurd, li Enqereyê jî dibin gur
Temelli li ser îhtimala cezakirina Demirtaş axivî: Gel namzedê me nîşan dide...
Temelli: Alîgirên me deng nadin Meral Akşener
Temelli: Li Efrînê sivîl tên kuştin
Etîketan:
Pasport, Hilbijartin, HDPê, HDP, Miduriyeta Ewlekariya bajarê Stenbolê, Stenbol, Tirkiye, Stenbol
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de