18:11 21 Gulan 2018
    selahattin demirtaş

    Parlamenterên CHPê xwestin Demirtaş were tehliyekirin

    © AP Photo /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (96)
    0 10

    3 parlamenterên CHPê yên Stenbolê Bariş Yarkadaş, Eren Erdem û Sezgin Tanrikulu li ser hisabên xwe yên medyaya civakî diyar kir ku divê namzedê serokomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaş were tehliyekirin.

    Selahattin Demirtaş ji 4ê Mijdara 2016a û vir ve li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edirneyê tê girtin. Parlamenterên CHPê Bariş Yarkadaş, Eren Erdem û Sezgin Tanrikulu piştî eşkerebûna namzediyê ya Demirtaş ji bo serokomariyê ev tişt parve kirin:

    Bariş Yarkadaş got, "Namzedên serokomariyê dîyar bûn. Namzed wê derkevin qadan û dengan bixwazin. Namzedê HDPê Selahattin Demirtaş jî bi awayekî bêhiqûqî di girtîgehê de tê girtin. Ji ber vê yekê derfeta wî ya ji bo propagandayê tune ye. Divê ev şerm û bêhiqûqiya were bidawîkirin. Divê Demirtaş tavilê were tehliyekirin."

    Parlamenterê Stenbolê yê CHPê Eren Erdem jî ev peyam parve kirin: "Hikm û cezaya ku li namzedê serokomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaş hatiye birîn, tune ye. Û hîn jî girtî ye. Girtina namezedekî, him jî siyasetmedarekî ku hemû berpirsiyarên xwe bi cih aniye û bûye namzedê serokomariyê, wê xisarê bide edaleta hilbijartinê. Divê were berdan."

    Parlamenterê kurd ê CHPê Sezgin Tanrikulu jî peyamek parve kir û ev tişt anîn ziman: "Selahattin Demirtaşê ku ji aliyê HDPê bi awayekî fermî wekî namzedê serokomariyê hat nîşandan, hêj parlamenter e û ji bo wî biryareke mehkûmkirinê hêj nehatiye dayîn. Girtina wî neheqî ye û li dijî hiqûq û prensîba wekhevî ya şert û mercên hilbijartinê ye. S. Demirtaş divê tavilê were tehliyekirin."

    Mijar:
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (96)

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş aşkere kir bê bawerî bi kê û kê aniye û bûye namzed
    Ji Demirtaş spasî û daxuyaniyên hilbijartinê: Tenê 50 roj ma!
    ‘Divê gelê Amedê xwedî li Demirtaş derkeve'
    HDP: Namzedê me yê Serokomariyê Demirtaş e
    Partiyek din di hilbijartinê de bo Demirtaş piştgiriya xwe ragihand
    Etîketan:
    tehliyekirin, Parlamenterên CHPê, Bariş Yarkadaş, Eren Erdem, Selahattin Demirtaş, Sezgin Tanrikulu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de