20:58 22 Gulan 2018
    Dersîm

    Ji bo ‘Komkujiya Dersîmê' bangewaziya lêborînê

    © Sputnik / Olcay Çelik
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Xizmên qurbaniyên ‘Komkujiya Dersîmê' li ber peykerê Seyit Riza hatine cem hev û çalakiyek li dar xistin. Berdevkê Federasyona Komeleyên Dêrsîmê (DEDEF) Nurettin Guleç bangewaziya lêborînê kir û got, "Pêwist e demildest dewlet û hikûmeta Tirkiyê bi vê komkujiyê re rû bi rû were û lêborîna xwe bixwaze."

    Ji bo qurbaniyên ‘Komkujiya Dersîmê' ya salên 1937-38an xizmên qurbaniyan li ber peykerê Seyit Riza çalakiyekê bîranînê li dar xistin.

    Guleç da xuyakirin ku divê Dêrsîm ji travmaya xwe rizgar bibe, "Yên ku di serdema 21ê de li hember vê daxwaza bê deng dimînin û vêya naxine rojeva xwe divê rûnên û ji xwe re bifikirin. Pêwist e demildest dewlet û hikûmeta Tirkiyê bi vê komkujiyê re rû bir û were. Divê Dêrsîm ji vê trawmaya xwe rizgar bibe. Dewletên cîhanê û mirovahî divê guh bidinê vê bangewaziyê. Pêwist e Dewlet pêşî ji ji bo qurbaniyên Tertela Dêrsîmê û palê jî ji malbata mirovahiyê bi awayekî fermî lêborîna xwe bixwaze."

    Piştî daxuyaniya Guleçî çalakvanan ligel hev zêmar xwendin.

    Bi heman mijarî:

    31 taxên Dêrsîmê wek herêmên ewlehiyê hat ragihandin
    Ji bo fîlmê binavê 'Zer' li Dêrsîmê sînema hat vekirin
    Li Dêrsîmê operasyonên eskerî
    Li Dêrsîmê pîrozbahiyên serkeftina HDPê
    Etîketan:
    Komkujiya Dersîmê, Tertele, Bangewazî, Bîranîn, Nurettin Guleç, Seyid Riza, Dersîm
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de