17:06 26 Gulan 2018
Qedexe-polês-polîs-operasyon-desteserkirin

Parlementera berê jî di nav de 7 HDPyî hatin desteserkirin

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Li Stenbolê di serdergirtina malan de parlementera berê Asiye Kolçak jî di nav de herî kêm 7 endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin desteserkirin.

Polîsên Stenbolê îro danê sibeh li gelek navçeyên Stenbolê bi ser malên rêveber û endamên HDPê de girtin. Di encama serdegirtina malan de parlementera berê ya Bursayê Asiye Kolçak jî di nav de herî kêm 7 kes hatin desteserkirin.

Hat diyarkirin ku kesên hatine desteserkirin birine Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê ya Vatanê û sedema desteserkirina siyasetmedaran hîn ne diyar e.

Navê hin kesên ku hatine desteserkirin wiha ne: Asiye Kolçak, Fatma Kaya, Canşah Çelik, Zeynep Çalihan, Ayten Ay, Züubeyde Akdag û Diyar Ozgen.

Bi heman mijarî:

‘HDP û Huda-Par ber bi tifaqê ve diçin'
Navê tifaqa çar partiyan diyar bû
Demirtaş aşkere kir bê bawerî bi kê û kê aniye û bûye namzed
Li Akrê qezaya trafîkê: 8 kes birîndar bûn
Etîketan:
Desteserkirin, Asiye Kolçak, HDP, Stenbol
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de