06:50 26 Gulan 2018
huda par

‘HDP û Huda-Par ber bi tifaqê ve diçin'

© Foto : Hurseda
Tirkiye
Lînkê kurt
0 40

Hat ragihandin ku piştî lihevkirina ‘Partiyên Kurdistanî' û HDPê bo hilbijartinê ji bo Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) jî beşdarî vê tifaqê dibe xebat didomin.

Li gorî nûçeya Mahmut Licaliyê rojnameya Cumhuriyetê piştî tifaqa HDPê û ‘Partiyên Kurdistanî' ji bo hilbijartinê destpêka hefteyê bi Huda-Parê re jî hevdîtin hatibûn kirin. Tê gotin ku nûnerên tifaqa hilbijartinê ji bo rêkeftina bi HUDA-PARê pêşnûmayek pêşkêşî HDPê kirine, HDP piştî muşawereya bi rayedarên partiya xwe re dê biryara xwe ya teqez bide.

Hêjayî gotinê ye ku nûnerên tifaqa hilbijartinê ya Kurdistanê denek berê serdana HUDA-PARê kiribûn. Endamên ‘Tifaqa Kurdistanî' ya ku ji Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik, Serokê Giştî yê PDKê Sertaç Bucak, Serokê Giştî yê PDK-T Mehmet Emin Kardaş, Serokê Giştî yê PSKê Mesut Tek û Berdevkê Hereketa Azadî Sidki Zilan pêk hat bi Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan, Ahmet Turk û parlamanterên HDPê re hevdîtinek pêk anîbû.

 

Bi heman mijarî:

Navê tifaqa çar partiyan diyar bû
Turk: Kurd dê dengê xwe nedin kesên wan nexin nav tifaqa xwe
‘Tifaqa Kurdistanî' serdana Huda-Parê kir
Erdogan protokola ‘Tifaqa Cimhûr’ îmze kir
Etîketan:
Tifaq, Hilbijartin, Huda-Par, HDP, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de